Girtina Rojê wê bandorê li sîstema elektrîkê ya Ewropayê bike

Girtina Rojê ya ku wê di 20'ê Adarê de pêk were, wê sîstema elektrîkê ya Ewropayê tecrûbe bike. Pispor radigihînin ku piştî girtinê, wê hilberîna elektrîka fotovoltaîk di asteke girîng de kêm bibe.

Girtina Rojê ya ku wê di 20'ê Adarê de pêk were, wê sîstema elektrîkê ya Ewropayê tecrûbe bike. Pispor radigihînin ku piştî girtinê, wê hilberîna elektrîka fotovoltaîk di asteke girîng de kêm bibe.

Li gorî lêkolîneke Rêveberiya Tora Ragihandina Gaz û Elektrîkê ya Ewropayê, girtina rojê wê bandorê li hilberîna elektrîka fotovoltaîk bike.

Di lêkolînê de wiha hat gotin: "Di 20'ê Adarê de, bi qasî 35 hezar megawat a enerjiya rojê, wê ji sîstema elektrîkê ya Ewropayê kêm bibe û dûre qedeme bi qedeme wê ev enerjî vegere."

Lêkolîneran dan xuyakirin ku Girtina Rojê ya 20'ê Adarê wê sîstema elektrîkê ya Ewropayê tecrûbe bike. Bi taybetî welatên weke Elmanya û Îtalya xwedî unîteyên girîng ên enerjiya rojê hildiberînin.

Li gorî lêkolînê, 20'ê Adarê ji bo koordînasyona navbera şebekeyên elektrîkê yên cihê de, wê gelekî girîng be.

Tê gotin ku li pêşberî kêmasiyên gengaz ên girtina rojê rê li ber veke, wê pêwîstî pê hebe ku çavkaniyên cuda yên hilberîna elektrîkê bên bikaranîn.