Ukrayna dike nake ji krîzê dernakeve
Li Ukraynayê tevî agirbesta navbera komên Rûs û artêşê de, tê îdîakirin ku pevçûnên li herêmê dewam dikin û Rûsya hêza leşkerî dişîne herêmê.
Li Ukraynayê tevî agirbesta navbera komên Rûs û artêşê de, tê îdîakirin ku pevçûnên li herêmê dewam dikin û Rûsya hêza leşkerî dişîne herêmê.
Li Ukraynayê tevî agirbesta navbera komên Rûs û artêşê de, tê îdîakirin ku pevçûnên li herêmê dewam dikin û Rûsya hêza leşkerî dişîne herêmê. DYA jî da xuyakirin, ku li hemberî rola Rûsyayê ya li herêmê, pêkanînên nû di rojevê de ye.
Li Ukraynayê agirbesta ji roja Yekşemê û vir ve di meriyetê de ye, ji ber pevçûnên li gelek herêman li ber bidawîbûnê ye. Piştî ku komên Rûs ên alîgirên serxwebûnê bajarê Debaltseve bi dest xistin, tê gotin ku niha jî li bajarê Marîûpûlê tevgereke cidî ya leşkerî heye. Ukrayna îdîa dike ku li herêmê yekîneyên leşkerî yên Rûs hene.
DYA: PÊKANÎNÊN NÛ WÊ ABORIYA RÛS BIXE REWŞEKE GELEKÎ ZEHMET
Li aliyê din, dewamkirina pevçûnan li gel Peyman Mînsk2, aloziya di navbera cîhana Rojava û Rûsyayê de mezintir dike. Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry, ku duh li paytexta Îngilîstan Londonê bi hempîşeyê xwe Philip Hammond re hevdîtin kir anî ziman, ku wan li ser pêkanînên nû yên li hemberî Rûsyayê li hev kirine.
Kerry anî ziman ku DYA bi Îngilîstan û welatên din ên Ewropayê re li ser pêkanînên li hemberî Rûsyayê rawestiya ye û diyar kir ku Serok Barack Obama, desteka leşkerî ya ji bo artêşa Ukraynayê û pêkanînên li hemberî Rûsyayê lêkolîn dike.
Kerry da xuyakirin ku pêkanînên wê bandoreke giran li aboriya Rûs bike.
DÎL PEV HATIN GUHERTIN
Li rojhilatê Ukraynayê, ji ber ku milîtanên Rûs ev meheke ji aliyê leşkerî ve serdest in, artêşa Ukraynayê windahiyên giran dabû. Li gorî hejmarên fermî, di pevçûnên mehekê de 179 leşkerên Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan, nêzî 90 leşker hînê winda ne.
Herî dawî ji Yekşemê roja pêkhatina agirbesta Mînsk2 û pê ve, li bajarê Debaltseve pevçûn dijwar bûbûn. Bi hezaran leşkerên li bajêr ên dor li wan hatibû girtin, 2 hezar 500 ji wan roja Çarşemê karîbûn xwe vekişînin û bi qasî 20 ji wan di dema vekişînê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji ber pevçûnan Peymana Mînsk2 ket xeteriyê. Tevî vê jî hin xalên peymanê ketin meriyetê. Di vê çarçoveyê de 139 leşkerên Ukraynayê û 52 milîtanên Rûs pev hatin guhertin. Pevguhertina dîlgirtiyan, li herêmên rojhilat ku pevçûn hînê lê dewam dikin, pêk hat.