Fransa wê bi keştiya balafiran tevlî operasyonên li dijî DAIŞ’ê bibe

Fransa wê di çarçoveya operasyonên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de, bi keştiya şer tevlî operasyonan bibe.

Fransa wê di çarçoveya operasyonên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de, bi keştiya şer tevlî operasyonan bibe.

Wezîrê Parastinê yê Fransa Jean-Yves Le Drian diyar kir ku ew ê keştiya balafirên şer tevlî operasyona bi navê “Chammal” a ku wê li Iraqê bê lidarxistin bibin.

Hate ragihandin ku keştiya ber bi Kendava Besrayê ve ketiye ser rê. Balafirên şer ên bi navê Rafal ên ku ji aliyê Fransa ve hatine çêkirin, cara yekem îro danê sibê ji ser keştiya balafirên şer rabûn.

Tê diyarkirin ku wê ji niha û pê ve di nava saetek û nîvê de balafirên şer bikarin operasyonên xwe yên li Iraqê pêk bînin. Balafirên şer ên Fransa beriya niha ji baregeha hewayî ya Fransa Dafra ya li Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban radibû û bi vî awayî wê dema operasyonê du qat kêmtir bibe.

Hate ragihandin ku di keştiyê de 12 balafirên Rafal û 9 balafirên şer ên bi navê Super Etendard (etandar) hene.  Bi vê keştiya balafirên şer wê hejmara yekîneyên Fransa du qad zêdetir bibin.