CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Hejmara mirovên li Rojavayê Afrîkayê bi nexweşiya Ebola ketin zêde bû
Li Rojavayê Afrîkayê, di 8'ê Sibatê de 144 nexweşên nû yên bi vîrûsa Ebola hatin teşhîskirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku di hefteyên dawî de cara duyemîne hejmara nexweşxan ewçend zêde dibe. -
Başûrê Sûdanê di nava lepên şerê navxweyî û birçîbûnê de ye
Li Başûrê Sûdanê, hefteyek piştî îmzekirina agirbesta dawî ya di navbera hêzên hikûmetê û hêzên alîgirê alîkarê berê yê serok Rîek Machar de, pevçûnan careke din destpê kir. -
Senatoya Îtalya qanûna li hember înkara qirkirinan erê kir
Senatoya Komarê ya Îtalya, pêşnûmeqanûna di serî de Qirkirina Yahudiyan, kesên qirkirin û sûcên li hember mirovatiyê înkar dikin cezayê hepsê dide qebûl kir. -
Atînayê bi awayekî fermî tazmînata şer ji Berlînê xwest
Elmanya li hember deynên xwe ku şidandina kemerê li ser Yewnanîstanê ferz dike, Atîna jî dest bi hemleyê kir. -
Alarma ewlekariyê li Awûstralyayê
Hat ragihandin ku li bajarê Sydney ê Awûstralyayê 2 kesên ku plan dikin kesekî rehîn girtine li ber çavên gel serjê bikin hatine binçavkirin. -
Li rojhilatê Ukrayna şer û pevçûnên dijwar
Beriya hevdîtinên aştiyê yên li paytexta Belarûs Mînsk, ji rojhilatê Ukrayna nûçeyên şer û pevçûnan tên. -
Li Derya Spî karesat: Ji 300'î zêdetir koçber winda bûn
Hat ragihandin ku di 4 keştiyên li peravên Lîbya noqî avê bûn, ji 300’î zêdetir koçber winda bûn. -
Ji derhênerên Şîliyî Guzman dersa mirovahiyê!
Derhênerê Şîliyî Guzman bi belfefîlma xwe ya nû ‘The Pearl Button’ di 65’emîn Berlînaleyê de ji bo xelata ‘Hirça zêrîn’ têdikoşe. -
Tass: Di hevdîtinên Mînskê de li ser agirbest û çekên giran li hev hat kirin
Tê gotin ku di hevdîtinên li Mînskê yên ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Ukraynayê, lihevhatin çêbûye. -
Li dijî Boko Haram hêza herêmî ket nava tevgerê
Hêza herêmî ya li dijî gefa Boko Haram hat avakirin, ji bo têkoşîneke bi bandor ket nava tevgerê. Parlamenta Nîjerê erê kir ku ji bo têkoşîna li dijî rêxistina tundraw Boko Haram, yekîneyên xwe bişîne Nîjeryayê. -
Daristanek 10 hezar salî hat dîtin
Zanistê Okyanusê Dawn Watson, ku li Derya Bakur avjenî dikir, ne li bendê bû ku bi daristaneke beriya dîrokê re rû bi rû were. -
Rêveberiya Delhiya Nû ket destê muxalefetê
Di hilbijartinên Meclîsa Eyaletê ya roja yekşemê li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê pêk hatin de Aam Aadmi Party (AAP) a ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî gendeliyê tê nasîn, bi ser ket. -
Li Iraqê du êrîşên xwekujî rû dan
Li rojavayê bajarê Samara yê Iraqê, îro du êrîşên xwekujî rû dan. Di êrîşan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 kes birîndar bûn. -
NY: Di şerê navxweyî yê li Başûrê Sûdanê de bi deh hezaran kes mirin
Bîlançoya şerê ku ev saleke li Başûrê Sûdanê ku di 2011’an de ji Sûdanê serxwebûna xwe bidest xist, didome, fikaran zêde dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara kesên di şerê navxweyî de jiyana xwe ji dest daye gihiştiye deh hezaran. -
Li Spanyayê baca di nava 3 salan de hatiye revandin 35 mîlyar Euro ye
Li Spanyayê, li gorî daneyên fermî, di çarçoveya têkoşîna li hemberî qaçaxçitiya baca ji sala 2012'an û vir ve, 35 mîlyar Euro hatiye tehsîlkirin. -
Penaber li Derya Spî qefilîn, jiyana xwe ji dest dan
Li Îtalyayê, ku di koçberiya ber bi Ewropayê de welatê jêderbasbûnê ye, drameke din a penaberan rû da. Di boteke li peravên girava Lampedûsa hat rizgarkirin de, ji zêdeyî sed penaberên tê de herî kêm 20 kes qefilîn, jiyana xwe ji dest dan. -
Ji destpêka salê û vir ve 30 hezar Afgan ji Pakîstanê derketin
Li Pakîstanê piştî ku di meha Kanûnê de li hemberî dibistanekê komkujî hat kirin, Afgan ketin rewşeke mirovên li welêt nayên xwestin. -
Skandala revandina bacê, SwissLeaks
Li gorî lêkolîneke ku nêzî 60 saziyên çapemeniya navneteweyî meşandiye, nêzî 180.6 mîlyar Euro pere bi awayekî veşarî ji hesabên bankaya HSBC’ê ya Swîsreyê re hatiye veguhestin. -
Li Iraqê amadekariya operasyoneke mezin a bejahî
Hêzên Iraqê dan zanîn ku ew amadekariya operasyoneke mezin a bejahî li dijî rêxistina wehşetê DAIŞ’ê dikin. -
Marîjokek aîdî 70 mîlyon sal berê hat keşfkirin
Li başûrê çiyayên Ural ên Rûsyayê, marîjokek deryayî ya berî niha bi 70 mîlyon salî hat keşfkirin. -
Li hin herêmên Sûdana Başûr 'tecawiza mehekê' hatiye îlankirin!
Neteweyên Yekbûyî li hember pêkanînên tecawiz û hilweşandina bajaran li Sûdana Başûr nerazîbûn nîşan da. -
Li Meksîka 61 cenaze hatin dîtin
Li bajarê Acapulco yê başûrê Meksîka di krematoryumekê de 61 cenaze hatin dîtin. -
Hovîtiya DAIŞ’ê: Zarokan dikin çalakgerên întîxarî
Neteweyên Yekbûyî, di raporeke ku weşand de bal kişand ser şideta li hember zarokên li Iraqê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. -
Ji ber Ebola 9 hezar kes mirin; nexweşî hînê belav dibe
Şewba Ebola ya saleke li Rojavayê Afrîkayê rê li ber mirina 9 hezar kesî vekir, derman hînê jê re nehatiye dayîn. Di hefteya dawî ya meha Çileyê de, hejmara nexweşên nû yên ji ber vîrûsê, zêde bûn. -
Serketina Syriza wê 4 welatên YE’ê bihejîne
Tifaqa Çep a Radîkal a Yewnanîstanê (Syrîza) ku bi lîderiya Aleksîs Tsîpras ji hilbijartinên 25’ê Çile derket û hikûmet ava kir, li welatên YE’yê bandora wê hê didome.