Serketina Syriza wê 4 welatên YE’ê bihejîne

Tifaqa Çep a Radîkal a Yewnanîstanê (Syrîza) ku bi lîderiya Aleksîs Tsîpras ji hilbijartinên 25’ê Çile derket û hikûmet ava kir, li welatên YE’yê bandora wê hê didome.

Tifaqa Çep a Radîkal a Yewnanîstanê (Syrîza) ku bi lîderiya Aleksîs Tsîpras ji hilbijartinên 25’ê Çile derket û hikûmet ava kir, li welatên YE’yê bandora wê hê didome. Li çar welatan bertekên gel ên li dijî reformên bi polîtîkayên kêmkirinê yên YE’yê derket holê, hê tê payîn ku polîtîkayên Syrîza bên bihêzkirin.

Li Spanya, Portekîz Îrlanda û Qibrisê tê payîn ku partiyên çep hêzek mezin qezenc bikin, ji bo partiyên çep û navendên rast wê daxwazên ji bo YE’yê bilind bibin.

SPANYA BO SERKETINA DUYEM A SYRÎZA XWE AMADE DIKE

Wisa xuyaye ku serketina Syrîza ya Yewnanîstanê wê rasterast bandorê li Îspanyayê bike. Welatê ku di 2012’an de tevlî bernameya rizgarkirina YE’yê bû, YE, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Bankaya Navenda Ewropayê (BCE) 41 mîlyar Euro kredî dayê.

Li Spanyayê mezinbûna aboriyê ji sedî 1.3 zêde bû û deyn jî li gorî hatine neteweyî ji sedî 98 bû. Piştî Yewnanîstanê li Îspanyayê jî gel bertek nîşanî polîtîkayên kêmkirinê da û  partiya çep a radîkal a di lîderiya Pablo Iglesîas, Podemos hêzek cidî qezenç kir.

Sala buhrî Podemos  bi dirûşmeya ‘Tîk Tak Tîk Tak, şûnde hejmartin destpê kir’ li qadan bi sed hezaran kesî re hat cem hev û îsal jî wê hilbijartin pêk bên û tê payîn ku wê dîsa bibe partiya yekemîn.

Li dijî Podemos, Partiya Karkeran a Sosyalîst  (PSOE) ku bi salan desthilatdar bû, windahiyek cidî jiyan. PSOE di 2011’an de ji sedî 30 deng girt û di anketên dawî ev di navbera ji sedî 19 û 23 bû.

LI PORTEKÎZÊ  POLÎTÎKAYA LI DIJ TROKYA WÊ BI HÊZ BE

Li Portekîzê ku deynê cemawerî li gorî rêjeya hatinê ji sedî 131 bû, di çarçoveya bernameya rizgarkirina troyka de deynê wan bû 78 mîlyar Euro. Trokyayê polîtîkayên kêmkirin ferz kir, ji bo bi giştî ji Portekîzê vekişîne ji şerta ji sedî 74 dayîna deyn danî. Tê texmînkirin ku ev heta 2016’an bidome.

Li Portekîzê ku mezinbûna aboriyê ji sedî yek zêde dibe, rêjeya betaliyê ji sedî 14 bilind bû. Di nav ciwanan de ji sedî 34.5 betalî zêde bû û nifûsa wan 12 mîlyon e, 2 mîlyonê wê xizan e.

Li Portekîzê hê îhtîmala ku partiya çep wek serketineke Yewnanîstanê nîşan bide tine. Di anketan de Partiya desthilatdar PSD û partiya muxalefetê PS li pêşin. Tê payîn ku PS di dema pêş de kêm be jî wê polîtîkayên xwe nerm bike.

Wisa tê dîtin ku wê serketina Syrîza li Portekîzê li dijî polîtîkayan nîqaşên nû bide destpêkirin.

LI ÎRLANDAYÊ YEKANE HÊZ: SINN FEIN

Welatekî din ê di bin bandora polîtîkayên tengkirinê de ye Îrlanda ye. Nifûsa wê 4,7 mîlyon e. Li welat betalî ji sedî 11.2 ye. Deynê wan li gorî dahata cemawerî ji sedî 112 ye. Ev jî tê wateya ku wê 15 salên din jî serî li dijî polîtîkayên tengkirinê yên ji aliyê troyka ve tên ferzkirin.

Li Îrlandayê Gerry Adam li dijî van polîtîkayan têkoşînek mezin dide. Partiya wî Sînn Feîn di salên dawî de piştgiriyek mezin dide pêşvebirina welat. Di hilbijartinên 2011’an de ji sedî 9.9 deng girt û îsal ji sedî 20 tê dîtin.

Yek ji welatên din ê troyka têk biriye Qibris e. Ji ber krîza aborî di çarçoveya pakêta rizgarkirinê ya di Gulana 2013’an de hatiye aşkerakirin wê heta 2016’an heta 10 mîlyar euro kredî bê dayîn.

Nakokiyên di navbera troykaya YE û Partiya Seferberiya Demokratîk a muhafazakar (DISY) de zêde dibin.  Hikûmet li dijî pêşnûmeqanûnê li ber xwe dide.
Serokkomar Nîkos Anastaîsadîs û partiya muxalefetê ya Komunîst (Akel) serketina Syrîza di cih de dibîne û popularîteya Aleksîs Tsîpras gelek bilind e.