Tass: Di hevdîtinên Mînskê de li ser agirbest û çekên giran li hev hat kirin

Tê gotin ku di hevdîtinên li Mînskê yên ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Ukraynayê, lihevhatin çêbûye.

Tê gotin ku di hevdîtinên li Mînskê yên ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Ukraynayê, lihevhatin çêbûye. Li gorî ajansa nûçeyan a Tass, di mijara avakirina mekanîzmayek ji bo kontrolkirina bicihanîna agirbestê û vekişandina çekên giran de li hev hatine.

Di hevdîtinên li paytexta Belarûs Mînskê, ku hikûmeta Ukrayna, komên Rûs ên li herêmên rojhilat serxwebûnê dixwazin û nûnerên Rûsya û Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropa (OSCE) lê amade ne de, pêşketin heye. Ajansa Tass ku ji welatên endamên Civata Dewletên Serbixwe yên Rûsyayê nûçeyan diweşîne ragihand, ku di mijarên agirbest û vekişandina çekên giran de lihevhatin çêbûye.

Tass di nûçeya xwe ya agahiyan dispêre çavkaniyeke di muzakereyan de cih digire û 'xwedî agahiyane' de, biryar hatiye dayîn ku ji bo şopandina agirbestê mekanîzmayeke kontrolê hatiye avakirin. Di nûçeyê de hat ragihandin ku li ser statuya hiqûqî ya herêmên Donetsk û Lûhansk û hilbijartinên herêmî de muzakere hê dewam dikin.