Li Îtalyayê, ku di koçberiya ber bi Ewropayê de welatê jêderbasbûnê ye, drameke din a penaberan rû da. Di boteke li peravên girava Lampedûsa hat rizgarkirin de, ji zêdeyî sed penaberên tê de herî kêm 20 kes qefilîn, jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeyên di medya Îtalya de cih girt, ji boteke li peravên Lampedûsa hat dîtin herî kêm 105 penaber hatin derxistin. Lê ji van herî kêm 20 kes qefilîbûn, jiyana xwe ji dest dabûn. Hat ragihandin ku 9 ji penaberên rakirine navenda servîsa lezgîn a li giravê, jiyana wan di xeteriyê de ye.
Hat ragihandin ku penaber ji welatên Afrîkayê hatine û li Lîbyayê li botekê hatine siwarkirin û şandin. Tê gotin, ku Derya Spî ku pêlên mezin lê radibe, penaber asê mane û piştre bi rêya telefona satalaytê alarm dane yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalyayê.
Lê belê dema ku yekîneyên Îtalyayê xwe gihandin cihê bûyerê ji 105 penaberan herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gorî nûçeyên medya Îtalyayê doktor bi fikar in ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li Derya Spî di mehên zivistanê de bi qasî 8 metreyan carna pêlên avê radibin û kêm caran germahiya hewayê derdikeve ser pileya 0.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, bi tenê di meha Çileyê de 3 hezar 500 penaber derbasî Îtalyayê bûn. Ev hejmar di sala bihurî de bi qasî 170 hezar bû.
Tê gotin ku di nava 2 salên dawî de hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, 20 het 25 hezar e.