Ji destpêka salê û vir ve 30 hezar Afgan ji Pakîstanê derketin

Li Pakîstanê piştî ku di meha Kanûnê de li hemberî dibistanekê komkujî hat kirin, Afgan ketin rewşeke mirovên li welêt nayên xwestin.

Li Pakîstanê piştî ku di meha Kanûnê de li hemberî dibistanekê komkujî hat kirin, Afgan ketin rewşeke mirovên li welêt nayên xwestin.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, ji destpêka sala 2015'an û vir ve zêdeyî 30 hezar Afgan neçar man Pakîstanê biterikînin. Di tevahiya sala 2014'an de jî 23 hezar Afgan li welatê xwe vegeriya bûn.

Şefê Mîsyona Kabîlê ya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî Rîchard Danzîger got, "Ev ne Afganên penaber in, piraniya wan zêdeyî 20-25 sal in li Pakîstanê xwedî destûra mayînê ne."

Ji 30 hezar 599 Afganên ji destpêka salê û vir ve li welatê xwe vegeriyan, 1.817 jê ji aliyê rayedarên Pakîstanî ve hatin dersînorkirin. Yên din jî bi daxwaza xwe derketin. Lê belê ev koçberî, di encama zexta Pakîstaniyan de rû da.

Nakokiya di navbera her du civakan de, piştî êrîşa Talîbanê ya 16'ê Kanûnê li hemberî dibistaneke li Peşawarê, ku di encamê de 134 jê zarok 150 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, dijwartir bûbûn.

Rayedarên Pakîstanî bi gumanin ku kiryarên vê êrîşê têkiliya xwe bi Afganîstanê re heye.

Rayedarê rêxistinê Dangîzer got, "Her tişt, piştî êrîşa li hemberî dibistana li Peşawarê destpê kir. Jiyana Afganan li wan herimî. Piraniya wan ne yên hatine dersînorkirin, yên di encama zexta Pakîstaniyan de bi daxwaza xwe welat terikandine."

Li dibistana ku hedef hatibû girtin, bi giranî zarokên leşkeran lê bûn. L Pakîstana ji 200 mîlyon kesî, ku gelek caran lê êrîş rû didin, vê êrîşê bandoreke kûr li welêt kiribû.

Dangîzer got, "Ez nizanim ka wê çi biqewime. Nizanim ku ev yek ji bo demekê ye yan jî rewşeke mayînde ye." Dangîzer ragihand ku Afganên mijara gotinê çûne wîlayetên Nangarhar, Lagman, Kabîl Kûnar yan jî Kûndûz a li bakurê Afganîstane.

Wezareta Vegerê û Penaberan a Afganîstanê diyar kir ku rayedarên her du welatan ji bo nirxandina rewşê wê li hev bicivin.

Berdevkê Wezaretê Îslamûdîn Jûret ji AFP'ê re peyivî û got, "Afgan bi dehan salan li Pakîstanê jiyan û ti carî tevlî çalakiyên terorîstî nebûn."