Li Iraqê amadekariya operasyoneke mezin a bejahî

Hêzên Iraqê dan zanîn ku ew amadekariya operasyoneke mezin a bejahî li dijî rêxistina wehşetê DAIŞ’ê dikin.

Hêzên Iraqê dan zanîn ku ew amadekariya operasyoneke mezin a bejahî li dijî rêxistina wehşetê DAIŞ’ê dikin.

Hate ragihandin ku li paytext Bexdayê li dijî DAIŞ’ê amadekariya operasyonên mezin kirin û operasyonên bombebaranî jî berdewam dikin.

Di encama êrîşên xwekujî û bombeyî yên van sê rojên dawiyê li Bexdayê pêk hatin de nêzî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa xwekujî ya îro jî pêk hat de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li aliyê bakur û rojavayê Bexdayê ev 6 meh in êrîşên bombebaranê berdewam dikin û niha jî amadekariya operasyoneke mezin a bejahî jî tê kirin.

Koordînartorê hêzên koalîsyona navneteweyî John Allen ê Amerîkayî agahî da ajansa nûçeyan Petra ya fermî ya Ûrdinê û got: “Wê li dijî Iraqê operasyoneke mezin a bejahiyê bê destpêkirin.”

Fermandarê Amerîkayî da zanîn ku da zanîn ku ji bo Iraq careke din bi temamî bê bidestxistin wê operasyoneke bejahî bidin destpêirin û wê koalîsyon destekeke xurt a hewayî bidin vê operasyonê.

Wezîrê Derve yê DYA John Kerry da zanîn ku ji meha Tebaxê ve hêzên koalîsyonê li Sûriye Iraqê zêdetirî 2 hezar êrîşên hewayî pêk anîne.

Kerry da zanîn ku ji pêncan yekê axa ku ketibû destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.

Kerry ku di civîna li bajarê Elmanya Munîhê de axivî, da zanîn ku DAIŞ zêdetirî 200 binkeyên gaz û petrolê hatine mehrûmkirin.