Li dijî Boko Haram hêza herêmî ket nava tevgerê

Hêza herêmî ya li dijî gefa Boko Haram hat avakirin, ji bo têkoşîneke bi bandor ket nava tevgerê. Parlamenta Nîjerê erê kir ku ji bo têkoşîna li dijî rêxistina tundraw Boko Haram, yekîneyên xwe bişîne Nîjeryayê.

Hêza herêmî ya li dijî gefa Boko Haram hat avakirin, ji bo têkoşîneke bi bandor ket nava tevgerê. Parlamenta Nîjerê erê kir ku ji bo têkoşîna li dijî rêxistina tundraw Boko Haram, yekîneyên xwe bişîne Nîjeryayê.

Temamiya 102 parlamenterên li parlamentê amade, ji bo vê biryarê dengê "erê" bikar anîn. Bi vê yekê re wê nîjer yekîneyên leşkerî yên ji 750 kesî bişîne cîranê xwe Nîjeryayê.

Çarçoveya vê hêza heremî jî ji aliyê dîplomatên Afrîkayî û Rojavayî ve tê diyarkirin.

Di nava hêza herêmî de wê 8700 leşker cih bigirin. Nîjerya û Çadê dan xuyakirin, ku ji leşker, polîs û sivîlan ew ê 3200 û 3500 kesî bixin nava tevgerê. Benîn û Kamerîn jî mîna Nîjerê divê bi hêzeke ji 750 kesî tevlî bibin.

Rêxistina Boko Haram a sûcê hovane dike, roja Yekşemê 20 Kamerûniyên di otobusekê de revandibû û 12 ji wan qetil kiribû.

Li Nîjeryayê, hilbijartinên divê di 14'ê Sibatê de bê kirin, ji ber gefa Boko Haram ji bo 28'ê Adarê hat taloqkirin. Hat ragihandin ku ev dema hatiye diyarkirin, wê careke din neyê guhertin.

Şêwirmendê ewlekariyê yê Serokê Nîjeryayê Goodluck Jonathan, Sambo Dasûkî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP'ê re ragihand ku hemû kampên Bokok Haram ên li bakur rojhilatê Nîjeryayê wê bên tinekirin.

Dasûkî diyar kir ku heta hilbijartinan wê di nava şeş hefteyan de Nîjerya û welatên cîran, vê pirsgirêkê çareser bikin.

Artêşa Nîjerya ji sala 2009'an û vir ve têkçûneke giran dijî. Rêxistina Boko Haram a li herêmê xurt dibe, temamiya bakur rojhilatê welêt bi dest xist û 'xîlafetî' ragihand. Di mehên dawî de bi hezaran kes ji aliyê vê rêxistina hov ve hatin qetilkirin.

Ji sala 2009'an û vir ve, ji ber êrîşên Boko Haram û pevçûnên li Nîjeryayê, zêdeyî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, 1,5 mîlyon kes neçar man koç bikin.