NY: Di şerê navxweyî yê li Başûrê Sûdanê de bi deh hezaran kes mirin

Bîlançoya şerê ku ev saleke li Başûrê Sûdanê ku di 2011’an de ji Sûdanê serxwebûna xwe bidest xist, didome, fikaran zêde dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara kesên di şerê navxweyî de jiyana xwe ji dest daye gihiştiye deh hezaran.

Bîlançoya şerê ku ev saleke li Başûrê Sûdanê ya di 2011’an de ji Sûdanê serxwebûna xwe bidest xist, didome, fikaran zêde dike. Li gorî  Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara kesên di şerê navxweyî de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye deh hezaran.

Di 2013’an de di navbera Serokdewlet Salva Kîîr û alîgirê wî yê berê Rîek Machar de pevçûnan destpê kiribû sala buhrî rê li ber texrîbatên cidî vekiribû. Alîkarê Sekreterê Giştî yê berpirsê mafê mirovan ê NY’ê Ivan Sîmonovîç da zanîn ku hejmara kesên ku jiyana xwe di şerê navxweyî de ji dest dane gihiştiye deh hezaran.

Sîmonovîc da zanîn ku ne hêsan e ku hejmarek teqez bidin, lê behsa bi hezaran mirinan tê kirni û îhtîmalek mezin ev bi deh hezaran e.

Sîmonovîc got ku bandora şerê navxweyî li welatên ku dest guherîne zêdetir giran e û wiha axivî: “ Li herêma Unîty û Nîl a Jor û  bajarên Bentîu, Malakal û Jongleî windahiyên can zêde ne."

Sîmonovîc zêdebûna hejmara penabarên li kampên NY’ê yên van herêman nîşan da û destnîşan kir ku li Bentîu 50 hezar, li Juba 30 hezar û li Malakal herî kêm 20 hezar penaber dijîn.

Rêveberê NY’ê da zanîn ku ji bo berpirsên sûcên mirovahiyê bên cezakirin divê xalên der barê ‘Bila berpirsên şer bên darizandin’ a der barê lihevkirina aştiyê ya wê bê îmzekirin jî, bên zêdekirin.