Başûrê Sûdanê di nava lepên şerê navxweyî û birçîbûnê de ye
Li Başûrê Sûdanê, hefteyek piştî îmzekirina agirbesta dawî ya di navbera hêzên hikûmetê û hêzên alîgirê alîkarê berê yê serok Rîek Machar de, pevçûnan careke din destpê kir.

Rayedarên hikûmetê dan xuyakirin ku komên serhildêr, bajarokên li du eyaletên bîrên petrolê lê ne, hedef girtine.
Di daxuaniya Wezareta Parastinê ya Başûrê Sûdanê de hat ragihandin ku serhildêran roja Sêşemê bi bombeyan êrîşî bajarê Bentîû kirine. berdevkê Artêşa Başûrê Sûdanê Phîlîp Agûer di heman rojê de diyar kir ku êrîş li hemberî Bentîû û Eyaleta Nîl a Jorîn hatiye kirin.
Aûger ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û anî ziman ku serhildêran avêtin ser baregeha leşkerî ya li herêma Obûdao ya li eyaleta Nîl a Jorîn.
Berdevkê artêşê di mijara mirî û birîndaran de ti daxuyanî neda û da zanîn, ku yekîneyên leşkerî serhildêr ji herêmê derxistine, lê belê li eyaleta Nîl a Jorîn pevçûn hînê dewam dikin.
Bajarê Bentîû yê li bakurê welêt, paytexta eyaleta yekîtiya hilberînerên petrolê ye û ji 53 hezar sivîlên li kampên Neteweyên Yekbûyî dijîn re, mêvandariyê dike.
Li Başûrê Sûdanê ku nêzî 15 meh in şerê navxweyî lê diqewime, li gorî Neteweyên Yekbûyî 2.5 mîlyon mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn, nîvê şêniyên welêt pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye.
Pevçûnên li Başûrê Sûdanê di Kanûna 2013'an de, di navbera yekîneyêns er bi Serokdewlet Salva Kîîr û yekîneyên ser bi Alîkarê berê yê serok Rîek Machar, li derdoar paytext Jûba destpê kiribûn.
Ji ber van pevçûnan bi deh hezaran welatiyên ji Başûrê Sûdanê jiyana xwe ji dest dan, nêzî 2 mîlyon mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Heft caran agirbest hat ceribandin lê ti ji wan bi ser neket.
Başûrê Sûdanê bi referandûmeke Hezîrana 2011'an re ji Sûdanê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir.