Skandala revandina bacê, SwissLeaks

Li gorî lêkolîneke ku nêzî 60 saziyên çapemeniya navneteweyî meşandiye, nêzî 180.6 mîlyar Euro pere bi awayekî veşarî ji hesabên bankaya HSBC’ê ya Swîsreyê re hatiye veguhestin.

Li gorî lêkolîneke ku nêzî 60 saziyên çapemeniya navneteweyî meşandiye, nêzî 180.6 mîlyar Euro pere bi awayekî veşarî ji hesabên bankaya HSBC’ê ya Swîsreyê re hatiye veguhestin.

Li gorî agahiyên ketine destê rojnameya  Fransiz Le Monde li bankaya Swîsreyê hesabê 100 hezar muşteriyê navneteweyî û 20 hezar şîrketên biyanî heye. Le Monde, agahiyên bidestxistin ragîhandin Konsorsîyuma Rojnamegerên Lêkolîner ya li Washîngtonê.

Konsorsiyumê ev agahî di nav de İngiliz The Guardian, Elman Suddeutsche Zeitung jî heye bi 60 saziyên çapemeniyê ya navneteweyî re parve kir.

Lêkolîna ji aliyê 154 rojnamegerî ve hatiye kirin, pereyê ku di navbera 2006 û 2007’an de bi awayekî veşarî bo bankaya Swîsreyê hatiye kirin, dihundirîne.

Rojnameya Fransî di vê mijarê de dosyayek berfireh weşand, navdarên di lîsteyê de cih digirin û pereyê bi veşarî veguhestine deşîfre kir. Tê gotin ku bi giştî 180.6 mîlyar Euro pere ji ser Cenevreyê bi awayekî veşarî hatiye revandin. Ji bo vê skandala nû navê "SwissLeaks" hat danîn.

Konsorsiyumê da zanîn ku ev revandina bacê ji aliyê HSCB’ê ve hatiye qebûlkirin û heta hatiye teşwîqkirinê. Konsorsiyum da zanîn ku Fransa 5’emîn welatê ku herî zêde pereyan bo bankaya Swîsreyê veguhestiye.

Hunermend, navdar, patron, bazirganên çekan û siyasetmedar, serokên dewletan di nava kesên bac revandine de cih digirin.  Di nava kesên bac revandin de mîzahvan Gad Elmaleh, karsaz Jacques Dessange û Arlette Ricci balê dikişîne.

Di nava kesên navê wan derbas dibin de, Qiralê Fasê 6. Muhammed, Qiralê Urdunê II. Abdullah, keça serokwezîrê berê yê Çînê Li Xiaolin jî heye.

Her wiha manken McPherson, kreatris Diane von Furstenberg, aktris Joan Collins,  ji camîaya sporê Valentino Rossi an jî  Michael Shumacher, aktorê Amerîkayî John Malkovich  jî di lîsteyê de cih digire.