Atînayê bi awayekî fermî tazmînata şer ji Berlînê xwest

Elmanya li hember deynên xwe ku şidandina kemerê li ser Yewnanîstanê ferz dike, Atîna jî dest bi hemleyê kir.

Elmanya li hember deynên xwe ku şidandina kemerê li ser Yewnanîstanê ferz dike, Atîna jî dest bi hemleyê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Nîkos Kotzîas, 10’ê Sibatê bi awayekî fermî ji Elmanyayê zerara dema dagirkirina Naziyan xwest.

Serokwezîrê Yewnan Aleksîs Tsîpras di daxuyaniya xwe ya berî niha de gotibû ku wê ji Elmanyê tazmînata şer bixwazin û wiha dewam kiribû:

"Li hember gelên Ewropa yên li dijî Nazîzmê têkoşiyan û xwîna rijandin, li hember gelê me û dîrokê mecbûriyeteke dîrokî heye.”

Li gor nirxandineke jimaryariya bilind a Yewnan a sala 2012’an, fatureya vî şerî ya ji bo Elmanyayê 162 mîlyar Euro ye.

Hikûmeta Elman diyar dike ku dosyaya Nazî hatiye girtin û ti hinceteke wê ya hiqûqî nemaye. Li gor Berlînê, mîna welatên din bi Yewnanîstanê re jî peymanek hatiye îmzekirin û ji sala 1960’î ve her tişt hal bûye.

Li gor peymana bi Elmanyayê re, di serî de ji mexdûrên Nazî re, diviyabû 1115 mîlyon mark hatiba dayîn.