Şewba Ebola ya saleke li Rojavayê Afrîkayê rê li ber mirina 9 hezar kesî vekir, derman hînê jê re nehatiye dayîn. Di hefteya dawî ya meha Çileyê de, hejmara nexweşên nû yên ji ber vîrûsê, zêde bûn.
Li gorî bîlançoya dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hejmara mirovên bi vîrûsê ketine gihaştiye 22 hezar 495 kesî. Ji van mirovan 8 hezar 981 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Lîberya bi 3 hezar 746 mirinan re bû welatê herî zêde mirinên ji ber vê nexweşiyê lê rû da. Hejmara mirovên li vî welatî bi nexweşiyê ketin 8 hezar 745 kes e.
Li Sîerra Leone jî di mehên dawî de hejmara nexweşa lê zêde bû, ji 10 hezar 740 kesên bi vîrûsê ketine 3 hezar 276 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Gîneyê ku vîrûsê di Kanûna 2013'an de xwe lê da der, bi giştî 2 hezar 975 kes bi nexweşiyê ketin û ji van 944 kes mirin.
Mirina wezîfedarên tenduristiyê yên ji ber Ebola dewam dike. Li gorî bîlançoya heta 1'ê Sibatê, hejmara personelên tenduristiyê yên bi nexweşiyê ketin 822 kes e, ji van 488 kes mirin.
Li gorî agahiyên di bîlançoya WHO de cih digirin, li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê, di nava hefteyeke dawî de 124 nexweşên nû yên ji ber vîrûsê hatine tespîtkirin. Ji van 80 li Sîerra Leone, 39 li Gîne û 5 jî li Lîberyayê hatin dîtin.