Ji derhênerên Şîliyî Guzman dersa mirovahiyê!

Derhênerê Şîliyî Guzman bi belfefîlma xwe ya nû ‘The Pearl Button’ di 65’emîn Berlînaleyê de ji bo xelata ‘Hirça zêrîn’ têdikoşe.

Derhênerê Şîliyî Guzman bi belfefîlma xwe ya nû ‘The Pearl Button’ di 65’emîn Berlînale de ji bo xelata ‘Hirça zêrîn’ têdikoşe. Guzman ku di belgefîlm de geşedanên li cîhanê vedibêje, li ser nirxên mirovahiyê yên winda bûne sekiniye û  rexneyên xwe li kapîtalîzma hov dike.

65’emîn Mîhrîcana Berlînê ya Navneteweyî didome. Li gorî salên buhrî di  kategoriya fîlmên ji bo xelata ‘Hirça Zêrîn’ têdikoşiyan îsal belgefîlm balê dikişînin. Yek ji van jî belgefîlmê derhênerê Şîliyî Patrîcîo Guzman ê 72 salî ya bi navê ‘The Pearl Button’ e Guzman ku yek ji kesên navdar yê sînemaya Amerîkaya Latîn e, bi belgefîlmê ku kişandiye balê dikişîne ser çîrokên di kûrahiya dîrokê de winda bûne.

Ev belgefîlm di rastiyê de yek ji sê fîlmên wî ku yek di sala 2010’an de ‘Nostalgia for the Ligh’ de hatiye kişandin e.  Fîlm temaya erdnîgariya Şîliyê diparêze. Xebata vî fîlmî li Patagonya derbas dibe. Fîlm  geşedanên nû yên li ser av, xweza, mirovahî û kozmosê digire dest.

KOMKUJIYA XWEZAYÊ Û QIRKIRINA SIYASÎ

Guzman di fîlmê xwe yê yekem de Nostalgia for the Light de çîroka  zanistên ezmanan bi hêviya ku li Atamacama nîşaneya jiyanê bibînin û her wiha çîroka kesên di bin erdê de yên di bin rejîma Pînochet de winda bû vedigot. Di The Pearl Button e jî li welat di nava lêgerînên cuda de ye. Di belgefîlm de mirovahî û dîrok çawa hatiye texrîbkirin tê vegotin û  van geşdanana bi pêşveçûnên berevajî ve girê dide. Di belgefîlm de okyanus, av û xweza gelek baş tê nîşandan û wek muzîk jî dengê xwezayê hatiye bikaranîn.

Di belgefîlm de dîrok, gersterk û geşedanên xwezayê tê dîtin. Guzman heman demê  di belgefîlm  roja me ya îro gelê Şîliyê çawa bi tinebûnê re rû bi rû ma ye vedibêje.  Peyamên di belgefîlm de tên dayîn gelek tund û bi bandor e. Di belgefîlm de li ser dîroka gelê herêmî tê sekinandin û ligel qirkirina xwezayî qirkirinên siyasî yên li dijî mirovahiyê hatine kirin jî tên vegotin.

Guzman komkujiya li ser xwezayê girêdayî hêrsa mirovan dibîne û rexneyên tund li kapîtalîzma hov dike. 

MIN XWEST BALÊ BIKIŞÎNIM SER GEŞEDANAN

Belgefîlm yek ji berhemên herî girîng ê Berlînale 65’ê ye. Guzman ku rastî eleqeya mezin a nivîskar û rexnegirên sînemayê hat, eger xelatê bigire de wê derbasî dîroka mîhrîcanê bibe.

Guzman piştî nîşandana fîlm axivî û got ku armanca wî ev e ku balê dikişîne ser geşedanên aloz ên cîhanê û got: “Belgefîlma min ‘helbesta sînemayê ye’. Hem helbest û hem jî zanîn. Di vir de niyeta min ne ev e ku dersê bidim kesan. Min tenê xwest rastiyekê nîşan bidim.”