Hejmara mirovên li Rojavayê Afrîkayê bi nexweşiya Ebola ketin zêde bû

Li Rojavayê Afrîkayê, di 8'ê Sibatê de 144 nexweşên nû yên bi vîrûsa Ebola hatin teşhîskirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku di hefteyên dawî de cara duyemîne hejmara nexweşxan ewçend zêde dibe.

Li Rojavayê Afrîkayê, di 8'ê Sibatê de 144 nexweşên nû yên bi vîrûsa Ebola hatin teşhîskirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku di hefteyên dawî de cara duyemîne hejmara nexweşxan ewçend zêde dibe. 

Li Rojavayê Afrîkayê 144 nexweşên Ebola hatin teşhîskirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê der abrê mijarê de agahî da û diyar kir ku ev cara duyemîne di nava hefteyên awî de hejmareke ewçend zêde ya nexweşxan tê tespîtkirin.

Hejmara nexweşên ji ber vîrûsa Ebola li Gîneyê zêde bû. Di hefteya destpêkê ya Sibatê de 39 kes bi vîrûsa Ebola ketin û hefteya piştî wê jî ev hejmar derket 64 kesan.

Li Gîneyê, ku yekemcar par vîrûsa Ebola lê hat tespîtkirin, Serokdewlet Alpha Conde dabû xuyakirin ku armanca wan ew e ku heta meha Adarê bi temamî ji şewbê rizgar bibin.

Koordînatorê têkoşîna li dijî Ebola Dr. Sakoba Keîta jî diyar kir ku zehmet e ew xwe bigihêjin vê armancê.

Lê aliyê din, li Gîneyê, meleyek ji ber mirovên ji vîrûsa Ebola jiyana xwe ji dest dane bi dizî veşartiye hat binçavkirin. Binçavkirina vî meleyî ji aliyê ciwanan ve hat protestokriin.

Welatê ku herî zêde nexweşiya Ebola lê tê dîtin jî Sîerra Leone ye. Di hefteya bihurî de 80 nexweş hatin tespîtkirin, di nava vê hefteyê de jî 76 kes hatin tespîtkirin.

Li Lîberyayê jî 3 nexweş hatin tespîtkirin.

Li Gîne, Lîberya û Sîerre Leone heta niha 9.177 kesî ji ber Ebola jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku hejmara mirovên bi nexweşiya Ebola ketine jî 22.894 kes e.