Senatoya Îtalya qanûna li hember înkara qirkirinan erê kir

Senatoya Komarê ya Îtalya, pêşnûmeqanûna di serî de Qirkirina Yahudiyan, kesên qirkirin û sûcên li hember mirovatiyê înkar dikin cezayê hepsê dide qebûl kir.

Senatoya Komarê ya Îtalya, pêşnûmeqanûna di serî de Qirkirina Yahudiyan, kesên qirkirin û sûcên li hember mirovatiyê înkar dikin cezayê hepsê dide qebûl kir. Ji bo pêşnûme bikeve meriyetê, divê di Meclîsa Nûneran û paşê ji aliyê Serokkomariyê ve bê erêkirin.

Di Senatoya Îtalya de pêşnûmeqanûna di hin xalên qanûna sala 1975’an a têkildarî sûcên li hember qirkirin û mirovatiyê de guhertinan dike, ji bo dengdanê hat pêşkêşkirin, pêşnûmeqanûn li hember 3 dengên “na”, bi 234 dengên “erê” hat qebûlkirin.

Pêşnûme di rojên pêşiya me de wê li Meclîsa Nûneran a baskê jêr a Meclîsê bê nirxandin. Li gor pêşnûmeqanûnê kesên qirkirin û sûcên li hember mirovatiyê înkar dikin rastî cezayê hepsê tên.