Rêveberiya Delhiya Nû ket destê muxalefetê
Di hilbijartinên Meclîsa Eyaletê ya roja yekşemê li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê pêk hatin de Aam Aadmi Party (AAP) a ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî gendeliyê tê nasîn, bi ser ket.

Li gorî encamên ne fermî, AAP ji 70 kursiyên Meclîsa Eyaletê herî kêm 60 kursî bi dest dixin.
Partiya AAP ya bi pêşengiya Arvind Kejrinwal rêveberiya paytexta Hindistanê Delhiya Nû ya ku şêniya wê 20 milyon e bi dest xist.
Tê diyarkirin ku hilbijartinên ku paytext Delhiya Nû pêk hatin, ji bo Serokwezîrê Hindistanê Naredra Modi yê ji gulana par ve welêt bi rê ve dibe, testek girîng bû.