Marîjokek aîdî 70 mîlyon sal berê hat keşfkirin

Li başûrê çiyayên Ural ên Rûsyayê, marîjokek deryayî ya berî niha bi 70 mîlyon salî hat keşfkirin.

Li başûrê çiyayên Ural ên Rûsyayê, marîjokek deryayî ya berî niha bi 70 mîlyon salî hat keşfkirin.

Serokê Şîrketa Paleontojî yan jî Zanîsta Fosîlan ya li Herêma Ulianovskî ya Rûsya Vladimir Efimov di daxuyaniya xwe de got ku hestî yên marîjokek deryayî ya berî niha bi 70 mîlyon salî ye.

Efîmov got, "Ev keşf pir girîng e, ji ber hestiyên hê pir baş in wek mînakek bêhempa ne.”

Pisporê Zanista Fosîlan û lêkolînerê Zanîngeha Montpellier a Fransa  Julien Benoit, anî ziman ku di kolanên li herêma Orenburg cureyeke ku hê zanist pêre rû bi rû nehatiye hatiye keşfkirin.

Bermayên vê marîjokê di sala 2012’an de li herêma Orenburg ji aliyê endamên kûluba jeologên ciwan hatibûn dîtin.

Zanistên Rûs plan dikin navê midûra kûluba jeologên ciwan "Polycotylus sopotsko" li vê marîjokê bikin.