Li Spanyayê baca di nava 3 salan de hatiye revandin 35 mîlyar Euro ye

Li Spanyayê, li gorî daneyên fermî, di çarçoveya têkoşîna li hemberî qaçaxçitiya baca ji sala 2012'an û vir ve, 35 mîlyar Euro hatiye tehsîlkirin.

Li Spanyayê, ku ji ber krîza aboriyê yek ji çar kesan bêkar e, asta zerara ku qaçaxçitiya bacê rê li ber vekiriye, zelaltir dibe. Li gorî daneyên fermî, di çarçoveya têkoşîna li hemberî qaçaxçitiya baca ji sala 2012'an û vir ve, 35 mîlyar Euro hatiye tehsîlkirin. 

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Budçeyê ya Spanyayê, bi sala plana di sala 2012'an de ket meriyetê, zêdebûna stendina bacê derketiye asta rekorê. Li gorî wezaretê, di nava 3 salên dawî de 34,8 mîlyar Euro bac hatiye tehsîlkirin. Bi tenê di sala 2014'an de 12,3 mîlyar baca zêde hatiye tehsîlkirin. 

Wezaretê diyar kir ku tehsîla baca di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçitiya bacê de hatiye tehsîlkirin rekoreke dîrokî ye.

Li Spanya ya ku di salên dawî de di nava krîzeke giran de ye, hikûmeta Marîano Rajoy ê mûxafazakar ê di sala 2011'an de hat ser desthilatdariyê, li polîtîkayên teserûfê yên ji ber zexta Yekîtiya Ewropayê, li dijî qaçaxçitiya bacê planeke berfireh amade kiribû.