Zelandaya Nû wê 140 leşkerî bişîne Iraqê
Zelandaya Nû xwe amade dike, ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê 140 leşkerî bişîne Iraqê.
Zelandaya Nû xwe amade dike, ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê 140 leşkerî bişîne Iraqê.
Zelandaya Nû xwe amade dike, ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê 140 leşkerî bişîne Iraqê.
Serokwezîrê Zelandaya Nû John Key îro di axaftina xwe ya parlamentoyê de got ku, wê yekîneyeke leşkerî ya ji 140 kesan ji bo di eniya paşde cih bigirin û alîkariyê ji perwerdeya artêşa Iraqê re bike di meha Gulanê de bişînin Iraqê.
Key, diyar kir ku wê Zelandaya Nû di nav şerê germ de cih negire, ji Iraqê jî daxwazeke bi vî rengî nehatiye.
Key di axaftina xwe de anî ziman ku wê ji wan 140 leşkeran 106 leşker, li baregeha leşkerî ya Tajî ya 22 km dûrî Bexda ye wezîfeya xwe pêk bînin, ên din jî li herêmên din ên Iraqê wezîfedar bin.
Ji Partiya Karkeran a Muxalefetê li hember şandina leşkeran a Iraqê rexne hat. Andrew Lîttle yê li parlamentoyê axivî got ku divê Zelandaya Nû ne şandina leşkeran mijara alîkariya mirovî ya ji bo Iraqê bixe rojeva xwe.