Muzakereyên bi Îranê re ji nû ve destpê kirin

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cewad Zarîf, roja Yekşemê ji bo raûnda nû ya muzakereyên nukleerî li bajarê Swîsre Cenevreyê li hev civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cewad Zarîf, roja Yekşemê ji bo raûnda nû ya muzakereyên nukleerî li bajarê Swîsre Cenevreyê li hev civiyan.

Di civîna 2 saetan a li çapameniyê girtî de, yekemcar Wezîrê Enerjiyê yê DYA Ernest Monîz û Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salîhî amade bûn.

Bi tevlîbûna Salîhî û Monîz re, ji bo çareseriya pirsgirêkên teknîkî yên heyî, di mijara enerjiya nukleerê de hem ji DYA hem jî ji Îranê pisporên payebilind bi vî rendî di danûstandinên nukleerî de cih girtin.

Tê payîn ku Îran bi beşdariya Wezîrên Karên Derve yên DYA û welatên beşdarî muzakereyan dibin Rûsya, Çîn, Fransa, Îngilîstan û Elmanya (P5+1) li Cenevreyê hevdîtineke hevpar bê lidarxistin. Hevdîtin di 28'ê Sibatê de hevdîtin di asta alîkarên Wezîrên Karên Derve e destpê kiribûn.

Kerry beriya biçe Cenevreyê di daxuyaniya xwe ya li Londonê de ragihand ku çend hefte beriya bidawîbûna dema qonaxa destpêkê mijara bernameya nukleerî ya Îranê de, hînê di navbera wan û Îranê de 'nêrînên girîng ên cihê' hene.

Li dû civînê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cewad Zarîf da xuyakirin ku civîn erênî derbas bûye, lê belê li hevkirin pêk nehatiye. Zarîf anî ziman ku cudahiya nêrînên bingehîn dewam dike û diyar kir ku sedema bingehîn a lihevkirina Cîhana Rojava û Îranê, psîkolojîk e.