Ukrayna Rûsyayê ji êrîşa Kharkîv berpirs dibîne
Li Ukraynayê duh kesên sala borî ji aliyê hêzên tarî ve li Qada Maîdan ve hatin qetil kirin hatin bibîranîn û li dijî meşa bîranîna li bajarê Kharkîv êrîşa bombeyî pêk hat.
Li Ukraynayê duh kesên sala borî ji aliyê hêzên tarî ve li Qada Maîdan ve hatin qetil kirin hatin bibîranîn û li dijî meşa bîranîna li bajarê Kharkîv êrîşa bombeyî pêk hat.
Li Ukraynayê duh kesên sala borî ji aliyê hêzên tarî ve li Qada Maîdan ve hatin qetil kirin hatin bibîranîn û li dijî meşa bîranîna li bajarê Kharkîv êrîşa bombeyî pêk hat. Rêveberiya Ukraynayê jî wek her tim dîsa Rûsya ji êrîşê berpirs dît.
Li rojhilatê bajarê Kharkîv meşa bîranîna komkujiya Maîdan pêk hat û li dijî meşê êrîş pêk hat û herî kêm du kes mirin û bi dehan birîndar bûn. Ji kesên mir yek polîs û ji birîndaran jî çar heb polîs bûn.
Hate hînbûn ku êrîşkar di wesayîtekê de bûn û bi ser girseyê de bombe barandine.
Rêveberiya Ukraynayê ji êrîşê Rûsya berpirs dît. Di daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Ewlehiya Ukraynayê ve hatiye dayîn de, hat gotin ku çar kesên di êrîşê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine birîndarkirin û li ser wan gelek çek û bombeyên destan hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Ukraynayê de cih girtine kesên di êrîşê de cih girtine li Rûsyayê perwerdeya leşkerî girtine û li wir çek dane destê wan. Li gorî îdiayan kesên hatine binçavkirin xwestine li bajar bi roketataran êrîşan pêk bînin.
Îdiayeke din jî ji Rêxistina Ragîhandina Hundir ya Ukraynayê SBU hat. Dîrektorê SBU Markîan Lubkîvkskyî diyar kir ku kesên piştî êrîşê hatine binçavkirin welatiyên Ukrayanyê ne û li bajarê Belgorod a Rûsyayê perwerdeya leşkerî dîtine.
Li Ukraynayê di mijara 2013’an de serokkomarê demî Vîktor Yanukovîç ku bi YE’yê re peymana hevkariyê îmze nekir, hêzên muxalîf yên ku welatên Rojava piştgirî didanê prosto dabûn destpêkiri. Protestoyan bi mehan berdewam kiribû û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da bû lê Yanukovîç dest ji peywira xwe bernedabû.
Herî dawî di 20-22’ê Sibata 2015’an de li Kîevê li qada Maîdan girseya ku berhev bibû ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşê hatibûn. Piştî bûyerê Parlamentoya Ukraynayê serokkomar Yanokovîç ji peywirê girtibû.
Piştî yên dij Yanukovîç hat desthilatdariyê Komara Xwesr ya Kirimê ya li başûrê welat bi daxwaza girêdayê Rûsyayê bibe çibû referandumê û piştre hatibû îhlakkirin. Donetsk û Luhansk ketibû destê komên alîgirên serbixwe.