Di navbera Ukrayna û Rûsya de nîqaşa 'qirkirinê'

Rêveberiya Kîevê ambargoya li ser herêmên Donetsk û Lûhansk ên di destê komên Rûs de ne şidand, Vladîmîr Pûtîn jî sûcdariya 'qirkirinê' li Ukraynayê kir.

Rêveberiya Ukraynayê, ku di asta girîng de kontrola herêmên Donetsk û Lûhansk ên piraniya şêniyên wê Rûs in winda kir, ambargo danî ser herêma bi mîlyonan mirov lê dijîn. Ji ber kêmasiya xwarinê li herêmê bi sed hezaran mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Kîevê herî dawî veguhastina gazê ya ji bo her du herêman, sekinandibû.

Der barê mijarê de Serok Dewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh di konferanseke çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Ukrayna gelê li herêmê 'qir' dike. Pûtîn bibîr xist ku li herêmê pirsgirêkeke mezin a birçîbûnê heye û got, "Eger Kîev gazê jî li ser mirovên li wê derê dibire, pêwendiya xwe hinekî bi qirkirinê re heye."

Rêveberiya Ukraynayê xetên diçin herêmên Donetsk û Lûhanskê birî û veguhastina gazê ya ji bo herêmê sekinand. Rûsyayê jî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ew ê yekser gazê bişîne herêmên di bin kontrola komên Rûs de ne. Ev veguhastina Rûsyayê ku bi qasî 12 mîlyon metrekup bû, ji ber ku herêmên mijara gotinê li gorî hiqûqa navneteweyî ser bi Ukraynayê ye, fatûra wê li Kîevê tê birîn.

Kîev jî, dayîna pereyê gaza ku bêyî destûra wê ji herêmê re hatiye veguhastin, red dike. Rêveberiya Ukraynayê her wiha îdîa dike ku xetên gaza xwezayî yên di veguhastina ji bo herêmên Donetsk û Lûhansk de tê bikaranîn, ji aliyê milîtanên Rûs ve bi zanebûn hatine sabotekirin. Kîev îdîa dike ku ev sabotaj ji bo wergirtina gazê yekser ji Rûsyayê mafdar nîşan bide, hatiye kirin.