Heyeta ji parlamenterên Fransa pêk tê çû Şamê û bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re hevdîtin kirin. Hate diyarkirin ku ev hevdîtin hevdîtineke şexsî ye. Wezareta Derve ya Fransî peyam da ku eleqeya wan bi serdanê re tine ye.
Heyeta parlamenterên Fransa 23'yê Sibatê çû Şamê û hevdîtin bi rayedarên Şamê re pêk anî. Di rojevê de hate gotûbêjkirin ku dibe ev hevdîtin û serdan careke din bibe sedema têkiliyên dîplomatîk geş bibin.
Wezareta Derve ya Fransî peyam da ku eleqeya wan bi serdanê re tine ye. Alîkarê Berdevkê Wezaretê Alexandre Giorgini têkildarî serdanê daxuyaniyek da û da zanîn ku serdana parlamenteran ti eleqeya xwe bi peyamên siyasî û dîplomatîk re tine ye.
Di nava heyeta ku çû serdana Şamê de Parlamenterê UMP Jacques Myrad, ji Partiya Sosyalîst a Fransa (PSF) ku partiya desthilat e Gérard Bapt, senatorê UMP’ê Jean-Pierre Vial û senatorê UDI Françoihs Zochetto hene. Heyet roja Sêşemê hate serdana Şamê û îro bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re hevdîtin pêk anî.
Parlamenterê UMP Jacques Myrad beriya serdanê daxuyaniyek da û da zanîn ku ew dixwazin bûyerên li wê derê diqewimin bi çavên xwe bibînin û guhdar bikin.
Hêjayê gotinê ye ku Serokkomarê Fransa François diyalog û hevkariya bi Beşar Esad re red dikir. Lê di pêvajoya çar salan de dengên cuda ji Fransa bilind dibin.