Li Fransayê di hilbijartinên departman de rastgir wê bibin yekem

Li Fransayê beriya hilbijartinên meclîsên departman (meclîsên giştî yên navendî) yê di 22’ê Adarê de pêk tên, bilindbûna rastgiran balê dikişîne.

Li Fransayê beriya hilbijartinên meclîsên departman (meclîsên giştî yên navendî) yê di 22’ê Adarê de pêk tên, bilindbûna rastgiran balê dikişîne. Li gorî anketa ku hatiye kirin, partiya bi navê Eniya Neteweyî (FN) ya nîjadperest ji sedî 30 deng girtiye û bûye partiya yekemîn.

Li gorî anketa ku ji bo rojnameya Ifop tarafından Le Figaro hatiye kirin, FN di hilbijartinên 22’ê Adarê de dikare bibe yekemîn. Li gorî vê partiya nîjadperest ji sedî 30 dengdan digire û  partiya Yekîtiya Tevgera Gel (UMP) û Yekîtiya Demokratên Serbixwe (UDI) jî ji sedî 28 digirin.

Partiya Sosyalîst a di desthilatdariyê de jî ji sedî 20 digire. Li gorî anketê Keskên Ekolojiya Ewropayê (EELV) ji sedî 7, Partiya Çep (Front de Gauche)  ji sedî 6  û partiyên çep ên radîkal jî ji sedî 2 dengan digirin.

Şîrketa Ifop daxuyaniyek da û diyar kir ku rêjeya dengên anketan li gorî tercîhên kesan ên neteweyî guherîne û got ku di hilbijartinên herêmî de heman encam nayên girtin. Rêveberê Ifop Jerome Fourquet diyar kir ku partiya nîjadperest FN tenê wek hilbijartinên neteweyî ji partiyeke ku dengên bertekan girtiye derketiye û di herêmî de jî xwe îspat kiriye.

Li gorî anketê sempatîzanên FN beşeke wê diyar kiriye ku wê ji bo hilbijartinên herêmî dengan bikar bînin. PS ji sedî 44, UMP ji sedî 45 wê biçin hilbijartinên departman û FN jî heta 53 dertê.