CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Mirinên ji ber Ebola 9 hezar û 800 derbas kir
Mirinên ji ber vîrusa ebola ya welatên Afrîkaya Rojava kiriye bin bandora xwe didomin. Ji Kanûna 2013’an heta niha hejmara kesên ji ber ebolayê jiyana xwe ji dest dan gihişt 9 hezar û 800 kesî. -
NY: Di 2014’an de li Darfurê 540 hezar kesî malên xwe terk kirin
Di rapora Sûdanê ya ku NY’ê weşandiye, hat diyar kirin ku li herêma Darfûr a başûrê Sûdanê, di 2014’an de 450 hezar kes neçar maye malên xwe terk bikin. -
Konseya ewlekariyê li Sûriyeyê bikaranîna gaza klorê ‘mehkûm’ kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, li Sûriyeyê bikaranîna gaza klorê mehkûm kir. Lê belê pêşnûme bêyî ku bê zanîn bê kîjan hêzan çekêm kîmyewî bikar anîne hat qebûlkirin. -
Yewnanîstan li dijî qaçaxvaniya bacê peywirê dide jin û xwendekaran
Hikûmeta Yewnanîstanê, ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hewl tê dayîn ku li dijî deyn bikin dorpêça reformê, ji bo pêşî li qaçaxvaniya bacê ya gihiştiye deh mîlyaran euroyî bigirin. -
Li Afganîstanê ji zilaman protestoya bi bûrka
Li Afganîstanê komeke zilam, bi armanca beriya 8’ê Adarê de balê bikişînin ser cudakarî, zext û şideta li hember jinan çalakiyeke bi bûrka pêk anîn. -
Li Derya Spî drama koçberan: Herî kêm 50 koçberî jiyana xwe ji dest da
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, diyar kir ku di keştiya koçberan a roja Sêşemê li peravên Sîcîlya noqî avê bû herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Koçberiya ber bi Ewropayê ve di salekê de 3 qat zêde bû
Hat ragihandin ku di sala 2014’an de hejmara koçberên bi rêyên qaçax ketin Yekîtiya Ewropayê di nav salekê de 3 qat zêde bû. -
Skandala bertîlê ya partiya li Spanyayê desthilatdar e mezin dibe
Li Spanyayê doza sosret a bertîl û nelirêtiyê ya Partiya Gel (PP) a mûxafazakar ku li desthilatdariyê ye, berfireh dibe. -
Ji Boko Haram komkujiyek nû: 68 kes hatin qetilkirin
Hat diyarkirin ku rêxistina Boko Haram li Nîjeryayê bakurê rojhilatê welêt gundê Njaba 68 kes qetil kir. -
Yewnanîstanê 360 mîlyon Euro faîz da Elmanyayê
Di demeke ku li Elmanyayê bi pêşengiya hikûmeta Merkel kampanya li dijî hikûmeta nû ya Yewnanîstanê ya bi lîderiya Syrîza dewam dike de, derket holê ku herî zêde Elmanyayê ji krîza aboriyê ya Yewnanîstanê sûd wergirtiye. -
Pevçûna DYA û Rûsyayê bandorek neyênî li welatên YE’yê dike
Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Marîe Harf, got ku wezaretê bang li welatên YE’yê kiriye û daxwaz kiriye ku dest ji bazirganiya bi Rûsyayê re berde. -
Ji bo karkerên kana komirê yên Donetskî şîn hat îlankirin
Li kana komirê ya Zasyadko ya li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê ye, duh serê sibehê ji ber teqîna grîzû herî kêm 32 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Aqûbeta 9 karkerên kanê jî hînê ne diyar e. -
Li Fransayê ji dema Kelt goreke balkêş derket holê
Li Fransayê, goreke li goristana ji hezaran salî hat dîtin, derket holê ku gora prensekî Keltê ye, ku 2 hezar 400 sal berê jiya ye. -
Tedbîrên ewlehiyê wê li Fransayê bên dirêjkirin: Polîs ‘westandiye’
Li Fransayê ji ber êrîşên di meha Çile de pêk hatin, hat gotin ku tedbîrên ewlehiyê di mehên pêş de jî bên berdewamkirin. -
Li YE’yê rêjeya betaliyê zêde ye
Li gorî daneyên ku ji aliyê Eurostat ve hatine weşandin, rêjeya betaliya li herêma Euro, daket asta herî jêr a sê salên dawî. Li tevayî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di 3,5 salên dawî de betalî kêm bûbe jî, hê rêje gelek bilind in. -
Li Îranê darvekirin zêde bide
Rejîma Îranê ya dawiya Sibatê 8 kes darve kir, di meha Adarê carekê de 10 kes bi komî darve kir. -
Li Parîsê alarma pêgerên bêmirov ên hewayî
Li paytexta Fransa Parîsê di mehên dawî de tevgera pêgerên bêmirov ên hewayî yên korsan dibe mijar. -
Li Ewropayê ji ber qirêjiya hewa û qerebalixê nêzî 450 hezar kesî jiyana xwe ji dest didin
Li gorî rapora hawirdorê ya 2015’an a ji aliyê Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (EEA) hatiye weşandin, ji ber gaza li hewa belav dibe û qirêjiya qerebalixê salê 400 hezar kesên Ewropayî jiyana xwe ji dest didin. -
Xelekên qels ên Operasyona Tîkrîtê
Operasyona mezin a artêşa Iraqê ku bi desteka milîsên Şîa û hin eşîrên Sûnî li Tîkrîtê da destpêkirin, dikeve roja sêyemîn. -
Krîza Lîbyayê: Hevdîtin wê di heftya pêş de ji nû ve destpê bikin
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Bernardîno Leon, li paytexta Lîbya Trablûsê bi rêveberên kongreya Giştî ya Millî re civiya. -
Manuel Valls di ‘Îslama Fransayê de’ bi israr e
Li Fransayê piştî komkujiyên di meha Çile de pêk hatin şûnde nîqaşên der berê ola Îslamê û perwerdeya olî de bi dawî nabin. Serokwezîr Manuel Valls diyar kir ku divê oldar perwerdeya laîk bigirin û teqez li Fransayê bên fînansekirin. -
Awûstralya 300 leşkerî dişîne Iraqê
Serokwezîrê Awûstralya Tonny Abbott, diyar kir ku bi armanca perwerdekirina hêzên çekdar ên xwecihî wê 300 leşkerî bişînin Iraqê. -
Li Şîliyê volkana Vîllarrîca ket nav tevgerê
Volkana Vîllarrîca ya li başûrê Şîlî ket nav tevgerê. Piştî volkan ket nav tevgerê 3 hezar kesên li herêmê hatin tehliyekirin. -
Li Hîndistanê ji bo xizanan qanûnên ‘ewlehiya civakî’
Hikûmeta Hîndistanê ku pesnê xwe dide yek ji 10 mezintirîn aboriya cîhanê ye, yek ji sê parê nifûsa wê xizan e. Hikûmetê îlan kir ku wê di sîgorteyên ewlehiya civakî de gelek tedbîran bigire. -
Krîza gazê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de çareser bû
Di krîza gaza xwezayî ya navbera Ukrayna/Yekîtiya Ewropa (YE) û Rûsya de aliyan li hev kirin. Rûsyayê garantî da ku heta dawiya meha Adarê gazê bide Ukraynayê.