Li gorî rapora hawirdorê ya 2015’an a ji aliyê Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (EEA) hatiye weşandin, ji ber gaza li hewa belav dibe û qirêjiya qerebalixê de salê 400 hezar kesên Ewropayî jiyana xwe ji dest didin. Ji sala 1990’î heta niha tenê ji 5’î yek di gazên zerarê didin de kêm bûn heye û ev jî cureyên zindiyên deryayê tehdîd dike.
Li gorî rapora EEA ya bi sernavê ‘The European Environmentstate and Outlook 2015’ de rêjeya qirêjiya hewa û qerebalixê ya a sala 2011’an hatiye lêkolînkirin. Li gorî vê hat gotin ku ji ber qirêjiya hewayî û qerebalixê ya ji faktorên fabrîqe, maşîneyên bi motor, xebatên çandiniyê pêk tên salê 430 hezar Ewropayî jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî raporê bi taybet li bajarên mezin ji 10 hezar kesên ku ji ber krîz û nexweşiyên dil jiyana xwe ji dest didin, dibin qurbanê qirêjiya qerebalixê.
Di raporê de tê gotin ku mirinên ji ber gazên ozonê pêk tên jî salê nêzî 16 hezarî ye.