Krîza gazê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de çareser bû

Di krîza gaza xwezayî ya navbera Ukrayna/Yekîtiya Ewropa (YE) û Rûsya de aliyan li hev kirin. Rûsyayê garantî da ku heta dawiya meha Adarê gazê bide Ukraynayê.

Di krîza gaza xwezayî ya navbera Ukrayna/Yekîtiya Ewropa (YE) û Rûsya de aliyan li hev kirin. Rûsyayê garantî da ku heta dawiya meha Adarê gazê bide Ukraynayê.

Di daxuyaniya Komîsyona YE de hat ragihandin ku îxracata gaza Rûsyayê ji bo Ukraynayê û di ser vî welatî re ji bo welatên din ên Ewropayê wê di nava vê mehê dewam bike. Li gorî vê peymanê kargeha Rûs Gazprom wê gazê bigihîne welatên din ên Ewropayê.

Li gorî peymanê, wê kargeha enerjiyê ya Ukraynayê Naftogaz heqê gazê bide Gazpromê û piştre jî wê rojane 114 mîlyon metrekup gaz ji Ukraynayê re bê dayîn. Beşek ji gaza xwezayî wê biçe Ukraynayê, beşek jî yekser ji welatên Yekîtiya Ewropayê re bê şandin.

Rêveberiya Ukraynayê beşeke girîng a herêmên Donetsk û Lûhanskê winda kiribû û di hefteyên dawî de gaza xwezayî li ser van herêmên di bin kontrola komên Rûs de ne, birî bû. Rûsyayê jî ji bo bersivê bide pêwîstiyên gelê herêmê, gaz ji nuqteyên di bin kontrola komên Rûs de ne şandibû û fatûraya vê jî li Kîevê birî bû.

Rêveberiya Ukraynayê jî diyar kiribû ku ev dayîna gazê, bêyî agahdarî û erêkirina wê hatiye kirin, lewma ew ê heqê wê nede.