Ji Boko Haram komkujiyek nû: 68 kes hatin qetilkirin
Hat diyarkirin ku rêxistina Boko Haram li Nîjeryayê bakurê rojhilatê welêt gundê Njaba 68 kes qetil kir.

Boko Haram, li Nîjeryayê komkujiyek nû pêk anî. Der ket holê ku destpêka hefteyê li bakurê rojhilatê welêt gundê Njaba 68 kes hatine qetilkirin. Çeteyên Boko Haram, di rojên dawî de derbasî bajarê Gwoza dibin.
Milîsekî herêmê got, “Terorîst bi temamî bi çek bûn” û diyar kir di nav wan de ciwan û extiyar jî ku hene dema mirovên sivîl hewl dane birevin hatine qetilkirin.
Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku gund bi temamî hatiye şewitandin, hin zarok jî bi zanebûn hedef hatine girtin.