Di demeke ku li Elmanyayê bi pêşengiya hikûmeta Merkel kampanya li dijî hikûmeta nû ya Yewnanîstanê ya bi lîderiya Syrîza dewam dike de, derket holê ku herî zêde Elmanyayê ji krîza aboriyê ya Yewnanîstanê sûd wergirtiye. Hat ragihandin ku di navbera salên 2010-2014'an de di berdêla krediyên Elmanya daye Yewnanîstanêi 360 mîlyon Euro hatiye dayîn.
DI NAVA 4 SALAN DE FAÎZA JI 360 MÎLYON EUROYÎ
Partiya Çep, der barê krediya hikûmeta Merkel daye Yewnanîstanê û pereyê faîzê yê ji Yewnanîstanê stendiye de pêşniyar pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Wezareta Maliyeyê jî bersiv da pêşniyar pirsê. Wezaretê da xuyakirin ku di navbera salên 2010 - 2014'an de ji krediyên Bankaya Teşwîqê ya Neteweyî ya Elman (KfW) daye Yewnanîstanê, 360 mîlyon Euro pereyê faîzê hatiye stendin.
Wezareta Maliyeyê da zanîn ku pereyê faîzê yê mijara gotinê gihaştiye rêveberiya federal û diyar kir ku di salên pêş de wê ji Yewnanîstanê, 20 mîlyon Euro jî di nav de faîzeke hîn kêmtir were stendin.
KREDÎ JI 46 MÎLYARAN DERKET 78 MÎLYARAN
Di bersivê de bi awayekî berfireh hat ravekirin ku aboriya Yewnan a mûxtacî krediyên Yekîtiya Ewropayê ma bi çi rengî biçûk bû û hat gotin ku krediya Elmanyayê di navbera salên 2012-2014'an de da Yewnanîstanê ji 46 mîlyar Euroyî derketiye 78 mîlyar Euroyî.
'POLÎTÎKAYA KRÎZÊ BINKETÎ YE'
Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko ev hejmara Wezareta Maliyeyê der barê aboriya Yewnanîstanê de aşkera kir nirxand û got, "Di bersiva Wezaretê de bi awayekî zelal xuya dibe ku polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ha li hemberî krîza li Yewnanîstanê têk çûye."