Koçberiya ber bi Ewropayê ve di salekê de 3 qat zêde bû

Hat ragihandin ku di sala 2014’an de hejmara koçberên bi rêyên qaçax ketin Yekîtiya Ewropayê di nav salekê de 3 qat zêde bû.

Hat ragihandin ku di sala 2014’an de hejmara koçberên bi rêyên qaçax ketin Yekîtiya Ewropayê di nav salekê de 3 qat zêde bû.

Ajansa Hevkariya Operasyonal a ji bo Rêveberiya Sînorên Derve ya Welatên Yekîtiya Ewropayê, “Frontex” diyar kir ku sala buhrî 274 hezar kes bi rêyên qaçax ketine Yekîtiya Ewropayê.

Di sala 2013’an de ev hejmar wek 100 hezarî hatibû diyarkirin. Li gor Frontex herikîna koçberiyê li gor sala 2013’an ji sedî 180 zêdebûnek çêbûye.

Di nav van koçberan de zêdetirî 170 kes bi rêya deryayî gihiştine Îtalya ji 50 hezarî zêdetir gihiştine Yewnanîstanê.

Berdewka Frontex Ewa Moncure sedema vê wiha aşkera dike:

“Gelek sedemên vê zêdebûna awerte hene: Rewşeke dramatîk a li Sûriye, Erître, Sûdana Başûr, Komara Demokratîk a Kongo û Iraqê ye. Ev bi faktora Lîbya ya dewleteke bi awayekî defakto tine bûye û qanûn lê pêk nayên gihişt hev. Vê rewşê ji bo bazirganên mirovan ku li Lîbya tam di nav bêcezatiyekê de dixebitin şert û mercên îdeal afirandin.”

Berdevka Frontex diyar kir ku Lîbya ji bo koçberan bûye xala derketinê ya esasî û çeteyên DAIŞ’ê di mijara koçê de rol dilîzin.

Koma herî zêde ya koçberan welatiyên Sûriyeyî ne. Tenê di sêyemîn çaryeka sala 2014’an de 37 hezar û 533 Sûriyeyî gihiştin Yekîtiya Ewropayê.