Ji bo karkerên kana komirê yên Donetskî şîn hat îlankirin

Li kana komirê ya Zasyadko ya li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê ye, duh serê sibehê ji ber teqîna grîzû herî kêm 32 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Aqûbeta 9 karkerên kanê jî hînê ne diyar e.

Li kana komirê ya Zasyadko ya li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê ye, duh serê sibehê ji ber teqîna grîzû herî kêm 32 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Aqûbeta 9 karkerên kanê jî hînê ne diyar e.

Berdevka Wezareta Rewşên Lezgîn a Komara Gel a Donetskê Yûliyana Bedlîno diyar kir ku hejmara karkerên li kanê jiyana xwe ji dest dan 32 ye, aqûbeta 9 karkeran jî hînê ne diyar e.

Rayedarên Rêveberiya Herêmî ya Dewletê ya Donetskê ragihandin ku herî kêm 33 kes mirine. Hat ragihandin ku di dema teqînê de li kana komirê 203 karker dixebitîn.

Berdevkê Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê Aleksandr Drobişevskiy jî da xuyakirin ku ew amade ne beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibin.

Serokdewletê Ukraynayê Pyotr Poroşenko jî ji bo bîranîna karkerên di kanê de jiyana xwe ji dest dan 5'ê Adarê weke 'roja şînê ya neteweyî' îlan kir.