Serokwezîr Manuel Valls ku li bajarê Strasbourgê serdanek pêk anî, li Mizgefta Mezin bi oldarên Misiliman û nûnerên saziyan re hate cem hev. Valls bal kişand ser çavkaniya pirsgirêkên olî yên li welat û daxwaz kir ku bila destpêkê nûnerên Îslamî pirsgirêkê bibînin.
Valls destnîşan kir saziyên hîndekariya ku perwerdehiya laîk ji bo peywirdarên oldar perwerdeyê didin hejmara wan 6 e û got ku wê vê hejmarê derxin 12’an. Valls got: “Dewlet wê di vî alî de hemû derfetên xwe bike dewreyê.”
Valls daxwaz kir ku mele li mizgeftên Fransayê û oldarên Xiristiyan yên Fransayê divê di perwerdehiya laîk de derbas bibin û bal kişand ser girîngiya zanîna zimanî Fransî ya peywirdarên olî. Valls got: “Li Fransayê hewcedarî bi mele û rahîbên ku zimanê Fransî dizanin heye. Bêguman ên ji Fransayê tên fînansekirin.”
Valls got ku dewlet teqez tevlî perwerdeya teolojîk nabe û got: “Qanûn, rêziknameyeke ku dibêje Îslam çi ye, yan jî wê çawa be, wê nebe. Ne wesayet û ne jî îmtiyaz wê hebe Dewlet kontrola ti ol û baweriyê wê negire dest.”
Valls bi taybet li ser mijara fînansmana mizgeftan sekinî û diyar kir li welatekî ku 4-5 mîlyon Misiliman lê dijîn ji bo avakirina mizgeft û navendên çandî, nebûna çavkaniya malî ne rast e. Valls got ku ew li dij fînansmana alîkariyên ji welatên biyanî tê ye û got: “Ez dixwazim ev refleksa ku ji welatên biyanî li benda alîkariyê ne dawî lê bê. Ji bo pêşketina Îslamî li Fransayê hemû çavkanî û enerjî heye.”
Valls di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wek hemû welatên Ewropayê li welatê wî jî populîzm û rastgiriya radîkal heye û olperestên radîkal û komên terorîst ji van her duyan xwedî dibin.
Serokwezîr di serdana xwe ya Strasbourgê de zanîngeha li bajar ziyaret kir. Zanîngeha Strasbourgê bi xebatên xwe yên di qada olan de li pêş e. Li Zanîngehê kursiyek nû ya bi navê laîkbûn û Îslamolojî jî tê avakirin.