Tedbîrên ewlehiyê wê li Fransayê bên dirêjkirin: Polîs ‘westandiye’

Li Fransayê ji ber êrîşên di meha Çile de pêk hatin, hat gotin ku tedbîrên ewlehiyê di mehên pêş de jî bên berdewamkirin.

Li Fransayê ji ber êrîşên di meha Çile de pêk hatin, hat gotin ku tedbîrên ewlehiyê di mehên pêş de jî bên berdewamkirin. Plana alarmê ya ku ji 10 hezarî zêdetir leşker têde peywirê digirin, wek tedbîra herî dirêj a dîroka Fransayê balê dikişîne û sendîkaya polîsan dixwaz kirin ku  piştgiriya saziyên ewlehiya taybet jî bê girtin.

Di 7’ê Çile de li Parîsê li dijî kovara Charlîe Hebdo û di 8’ê Çile de jî li dijî magazaya Yahûdiyan komkujî pêk hat û  li herêmên  Ile-de-France ile Alpes-Maritimes ku Parîs di nav de ye tedbîrên ewlehiyê yên tên wateya ‘alarma êrîşê’ xistibûn dewrê.  Ji bo herêmên din yên welat jî alarma bi navê ‘tedbîrên zêde’ hatibû dayîn.

Li gorî nûçeya AFP’ê  tedbîrên ewlehiya ku heta 10’ê Nîsanê hatibû dirêjkirin, wê di mehên pêşde jî bidomin. Bi vî awayî tedbîrên ewlehiyê yên li Fransayê xistin dewrê yekem car wê demdirêj di dewrê de bimîne.

Piştî êrîşan li Fransayê herî kêm 10 hezar û 500 leşker hatibûn peywirdarkirin. 130 cihên aîdî Yahûdiyan tên parastin û 500 cihên din jî qadên ji cemawerî re û turîstîk re vekirîne.

Ji ber tedbîrên ewlehiyê dema peywirê ya polîsan jî dirêj bûye û ji ber vê yekê bertekên sendîkayan jî zêde dibe. Sekreterê sendîkaya Polîsan a bi navê Allîance, Loîc Lecouplîer diyar kir ku ji ber tedbîrên ewlehiyê neçar dimînin mesayiyên dirêj bikin û divê ji bo piştgiriya polîsan serî li yekîneyên ewlehiya taybet bidin.