NY: Di 2014’an de li Darfurê 540 hezar kesî malên xwe terk kirin
Di rapora Sûdanê ya ku NY’ê weşandiye, hat diyar kirin ku li herêma Darfûr a başûrê Sûdanê, di 2014’an de 450 hezar kes neçar maye malên xwe terk bikin.

Di raporê de hat diyarkirin ku ev rêje, rêjeya herî bilind a 10 salên dawî ya Darfûrê ye.
Di raporê de çavdêrên NY’ê diyar dikin ku sala buhrî li gundê Tabît 220 keç û jin rastî tecawizê hatine û gotin ku ji ber alîkarî ji bo wan nehatiye dayîn gelek xemgîn in.
Pisporên NY’ê ji koçberiya ji Dafûrê pêk hatiye hêzên hikûmetê û hêzên alîgir-Hartumê berpirs dibînin.
Li Darfurê hêzên serhildêr li paytext Hartûmê di 2003’an de li dijî hêzên hikûmetê pevçûna çekdarî dan destpêkirin û ev deh sal e pevçûnên dijwar tên jiyîn. Li herêmê her wiha pevçûnên di navbera kabîleyan de jî berdewam dikin.
Di 2007’an de ji bo parastina sivîlan û huzura herêmê Mîsyona Afrîkaya NY’ê hat avakirin.
Li gorî texmînên NY’ê şîdeta li Darfûrê bû sedema mirina 300 kesî û koçberbûna 2 mîlyon kesî.