Li Parîsê alarma pêgerên bêmirov ên hewayî

Li paytexta Fransa Parîsê di mehên dawî de tevgera pêgerên bêmirov ên hewayî yên korsan dibe mijar.

Paytexta Parîs a Fransayê di mehên dawî de tevgera pêgerên bêmirov ên hewayî yên korsan dibe mijar.

Polîsan da zanîn ku şeva Sêşemê ya bi Çarşemê ve girê dide pêgerên bêmirov ên hewayî li ser Parîsê 10 carî firîne. Ji ber firînan ti binçavkirinek çênebû.

Ligel ku li ser Parîsê firîn qedexe ye jî hefteya buhrî li herêmên cuda yên Parîsê gelek pêgerên bêmirov ên hewayî hatine tespîtkirin.

Gelo ev firîn ji bo testên pêlîstokên nû, yan wênekêşên amator an jî bi armanca êrîşê tên kirin? Bersiva van pirsan hê nehatiye dayîn.

Dozgeriya Parîsê der barê firînan de lêpirsîn da destpêkirin.

Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneuve, roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 5’ê Cotmehê heta niha santralên nukleer an jî ji ser Parîsê 60 firîn tespît kirine û hikûmetê li dijî vê tehdîdê tedbîr girtiye.

Wezîrê Karên Hundir der barê firînan de got ku di dema ku alavên mijarên gotinê ne hatine desteserkirin de, di mijara rîskên cezayî de xwediyên wan hatine agahdarkirin.