Li YE’yê rêjeya betaliyê zêde ye

Li gorî daneyên ku ji aliyê Eurostat ve hatine weşandin, rêjeya betaliya li herêma Euro, daket asta herî jêr a sê salên dawî. Li tevayî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di 3,5 salên dawî de betalî kêm bûbe jî, hê rêje gelek bilind in.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Saziya Îstatîstîka Yekîtiya Ewropayê (Eurostat) ve hatine weşandin, rêjeya betaliya li herêma Euro, daket asta herî jêr a sê salên dawî. Li tevayî  Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di 3,5 salên dawî de betalî kêm bûbe jî, hê rêje gelek bilind in.

Li gorî daneyên ku Eurostat daye, di meha Çile de li Euro betalî ji sedî 11.2 bû û di meha Kanûnê de jî ji sedî 11.3 derbasî qeydan bû.

Bi vî awayî rêjeya betaliyê ji Nîsana 2012’an heta niha ketiya asta herî jêr.

Li herêma Euro hejmara betaliyê bi giştî 18 mîlyon û 60 hezar e û li gorî rêjeya meha beriya vê 140 hezar, di meha Çileyê 2014’an de jî 896 hezar şûnde ketiye.

Li herêma Euro, welatê ku betalî lê herî kêm bû ji sedî 4.7 Elmanya bû, li Awûstûryayê ji sedî 4.8 bû, li Luksemburgê ji sedî 5.9 û li Maltayê jî ji sedî 6 rêjeya betaliyê heye.

Welatên ku betalî lê zêde ye jî Yewnanîstan, Îspanya û Qibris e. Li Yewnanîstanê ji sedî 25.8, Îspanyayê ji sedî 23.4 û li Qibrisê jî ji sedî 16 ye. li Fransayê jî ji sedî 10.2 ye.

Li Fransayê kêm be jî betalî kêm bûye. Di meha Kanûnê de rêjeya betaliyê ji sedî 10.3 ket qeydan.

Li herêma Euro hejmara ciwanên betal ên temenê wan di bin 25’an de ye 3 mîlyon û 280 hezare û ev jî  ji sedî 22.9 e.  Betaliya ciwanan a herî zêde jî li Îspanyayê ji sedî 50.9 hat dîtin. Li Elmanyayê ji sedî 7.1 e.