Hikûmeta Yewnanîstanê, ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hewl tê dayîn li dijî deyn bikin dorpêça reformê, ji bo ku pêşî li qaçaxvaniya bacê ya gihiştiye deh mîlyaran euroyî bigirin, xwe amade dike ku bi hezaran ‘mufetîşên ne profesyonel’ angaje bikin. Jin, xwendekar, turîstên ku ji aliyê dewletê ve tên perwerdekirin wê bi taybet kaçaxvaniya baca di sektora turîzm û restorasyonê de bigire bên şopandinê.
Wezîrê Maliyê yê Yewnanistanê Yanîs Varufakîs ji bo Serokê Koma Euro Jeroen Dîjselbloem re nameyek şand û di nameyê de diyar kir ku wê di têkoşîna li dijî qaçaxvaniya bacê de tedbîrên nû bigirin.
Li Yewnanîstanê baca ku divê dewlet bigire 70 mîlyar euro derbas kiriye û di nava tedbîrên ku divê hikûmet bigire de peywirdarkirina mufetîşên amator jî cih digire. Li gorî kesên di perwerdehiyek kurt de derbas dibin bi alîkariya alavên qeyda deng û vîdeoyan bê bûyerên der barê qaçaxvaniya bacê de qeyd bikin.
Wezîrê Maliyê Varufakîs got ku di nava kesên ku bigirin kar de xwendekar, jin û turîst hene. Hat gotin ku ev kes wê li restoran, bar û kafeyan kontrol bikin ku ka fîş tê birîn an na.