Awûstralya 300 leşkerî dişîne Iraqê
Serokwezîrê Awûstralya Tonny Abbott, diyar kir ku bi armanca perwerdekirina hêzên çekdar ên xwecihî wê 300 leşkerî bişînin Iraqê.

Awûstralya ragihandibû ku wê 600 leşkerî tevlî koalîsyona navneteweyî ya li Iraq û Sûriyeyê li hember çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê DYA ve hatibû avakirin bike.
Abbott ê ji rojnamevanan re axivî got, "Wek neteweyeke ku jidil girêdayî aştiyê, bi awayekî xwezayî di mijara tevlîbûna şer û pevçûnên pir dûrî sînorên me rû didin em bi guman in. Lê weke em dizanin ev çend meh in şer û pevçûn hatin nav me.”
Polîsê Awûstralya, diyar kiribû ku du kesên têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ re girtine û plana wan a êrîşê vala derxistine.
Li ser agahiyên ku tên gotin çeteyên DAIŞ’ê dixwazin li kolanê serê kesekî jêbikin, li Awûstralyayê ji meha Îlonê ve tedbîrên ewlekariyê di asta herî jor de ne.
Di Kanûna 2014'an de radîkalekî bi eslê xwe Îranî û du rehîne li kafeyeke Sydney, piştî 17 saetan di serdegirtinekê de hatibûn kuştin.