Pevçûna DYA û Rûsyayê bandorek neyênî li welatên YE’yê dike

Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Marîe Harf, got ku wezaretê bang li welatên YE’yê kiriye û daxwaz kiriye ku dest ji bazirganiya bi Rûsyayê re berde.

Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Marîe Harf, got ku wezaretê bang li welatên YE’yê kiriye û daxwaz kiriye ku dest ji bazirganiya bi Rûsyayê re berdin. Di serî de Yewnanîstan, Qibris û Komara Çek bi aşkera li dijî pêkanînan derket û nûnerên Fransa, Awûstûrya, Macarîstan, Îtalya û Slovakyayê jî di nîqaşên komîsyonê de fêdeya bidawîbûna pêkanînan anî ziman.

Marîe Harf serdana lîderê Başûrê Qibrisê Nîkos Anastasîadîs a li Rûsyayê nirxand û got: “Me gelek caran anî ziman ku niha ne dema ku bi Rûsyayê re bazirganî bê kirinê ye.  DYA bi hevkarên Ewropayê re helwesta xwe ya tund a di têkiliyên bi Moskowê re israr dikin.

Lîderê Başûrê Qibrisê Nîkos Anastasîadîs piştî hevdîtina xwe ya bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku polîtîkaya pêkanînê bandorek neyênî li ser welatên YE’yê kiriye û got ku ew neçarin polîtîkaya YE’yê bişopînin, lê dengê xwe jî bilind bikin.