Li Hîndistanê ji bo xizanan qanûnên ‘ewlehiya civakî’
Hikûmeta Hîndistanê ku pesnê xwe dide yek ji 10 mezintirîn aboriya cîhanê ye, yek ji sê parê nifûsa wê xizan e. Hikûmetê îlan kir ku wê di sîgorteyên ewlehiya civakî de gelek tedbîran bigire.

Li gorî biryarên ku ji aliyê hikûmeta Serokwezîr Navendra Modî hatiye girtin, ji bo xizanên ku ji sêyan yek nifûsa wan ava dike wê gelek tedbîr bên girtin.
Di nava tedbîrên ku hikûmet digire de ligel sîgortaya kesane wê sîgorteya mirin û jiyanê jî bê çêkirin. Ligel vê kes salane li beramberê 12 rupî heta 200 hezar rupiyî (2 hezar 850 euro) ji sîgorteya qezayê fêdeyê bigire.
Ji bo ku di maaşa teqawîtbûnê de jî zêdebûn çêbibe, wê dewlet ji bo prîmên tên razandin ji sedî 50 piştgiriyê bide.
Tedbîrek dine jî eve ku heta 700 mîlyar rupî (10 mîlyar euro) wê razemeniya binesazî ya zêde bê kirin. Bi vê armancê di nûkirina gelek rêyên bejayî û hesînî de wê debat bên kirin.
Li gorî daneyên dawî li Histanê di navbera 350 û 400 mîlyonî de kes di nava xizaniyê de dijîn. Ev jî rastî ji sêyan yekê civakê tê. Hedefa hikûmetê eve ku sala pêş di navbera 8 û 8,5 de aborî mezin bibe û valahiya butçeyê heta 2018’an hatin neteweyî bikije ji sedî 3’ê.