Skandala bertîlê ya partiya li Spanyayê desthilatdar e mezin dibe
Li Spanyayê doza sosret a bertîl û nelirêtiyê ya Partiya Gel (PP) a mûxafazakar ku li desthilatdariyê ye, berfireh dibe.
Li Spanyayê doza sosret a bertîl û nelirêtiyê ya Partiya Gel (PP) a mûxafazakar ku li desthilatdariyê ye, berfireh dibe.
Li Spanyayê doza sosret a bertîl û nelirêtiyê ya Partiya Gel (PP) a mûxafazakar ku li desthilatdariyê ye, berfireh dibe. Dadgeha bi navê Audiencia Nacional a ku dosyayê girîng ên neteweyî bi rêve dibe, dosyayê lêkolîn dike û sê hesabgirên PP jî di nav de 40 kes dexist pêşberî dadgeriyê.
Di doza ku bi serokatiya dadger Pablo Ruz ve tê meşandin de, rêveberên PP a li desthilatdariyê jî di nav de der heqê 40 kesan de biryara darizandinê hat dayîn. Bi vê biryarê re skandala nelirêtî û bertîlê ya partiya li desthilatdariyê, berfireh bû.
Di çarçoveya skandala nelirêtî û bertîlê ya weke 'Doza Gurtel' tê binavkirin de, bûyerên di navbera salên 1999 û 2005'an de tên lêkolînkirin. Di nava îdîayan de bertîla di îhaleyên Şaredariyên bajarên Madrîd, Pozûelo, Majadohanda û Estepona hene. Di nava kesên tên darizandin de hesabgirên Partiya Gel (PP) Lûîs Barcenas, Alvaro Lapûerta û Angel Sacnhîes jî hene.
Doza bertîl û nelirêtiyê, Serokwezîr Marîano Rajoh ê bi gotina xwe ya têkoşîna li hemberî bêkarî û nelirêtiyê re ji sala 2011'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, tengav kiriye. Tê gotin ku ev doz wê di hilbijartinên şaredarî, herêmî û hilbijartinên giştî yên îsal de, derbê li partiya li desthilatdariyê bixe.