Li Fransayê ji dema Kelt goreke balkêş derket holê

Li Fransayê, goreke li goristana ji hezaran salî hat dîtin, derket holê ku gora prensekî Keltê ye, ku 2 hezar 400 sal berê jiya ye.

Li Fransayê, goreke li goristana ji hezaran salî hat dîtin, derket holê ku gora prensekî Keltê ye, ku 2 hezar 400 sal berê jiya ye. Bi saya berhemên ji gora prensê Keltê hatin derxistin, delîl û agahiyên li ser têkiliya navbera prensê xwecihî û bazirganên Yewnan û şaristaniyên din, hatin kifşkirin.

Di xebateke arkeolojîk a li nêzî bajarê Troyes ê ser bi departmana Aube ya Fransayê de, gora prensekî Kelt ê di sedsala 5. a berî zayînê jiya ye, hat dîtin. Di gora ji 14 metre çargoşe ya li nava qadeke mezin de, gelek berhemên dîrokî yên girîng hatin dîtin.

Di kolandina ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Arkeolojiyê ya Fransayê (Inrap) a li komuna Lavau ya nêzî Troyes de, tê gotin ku prensê Keltê li ser wesayîtekê hatiye definkirin.

Hat ragihandin ku di gorê de 8 fîgurên serê şêr hatine dîtin û tê texmînkirin ev fîgur ji aliyê hostayên Yewnan û Îtaliyên Başûr ên wê demê ve hatine çêkirin.

Misînê seramîk ê di gorê de hat dîtin jî, bi rêbaza Îskîtiyên hingî li Rojhilatê Ewropayê zêde bûn, hatiye neqişandin.