Krîza Lîbyayê: Hevdîtin wê di heftya pêş de ji nû ve destpê bikin
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Bernardîno Leon, li paytexta Lîbya Trablûsê bi rêveberên kongreya Giştî ya Millî re civiya.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Bernardîno Leon, li paytexta Lîbya Trablûsê bi rêveberên kongreya Giştî ya Millî re civiya.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Bernardîno Leon, li paytexta Lîbya Trablûsê bi rêveberên kongreya Giştî ya Millî re civiya.
Leon ku piştî hevdîtina bi rayedarên hikûmeta Tobrûk a li rojhilatê welêt e derbasî Trablûsê bû, piştre bi rayedarên bajarê Zîntan ên li hemberî Trablûsê şer dikin re hevdîtinek lidar xist.
Li dû hevdîtina li Mala Mêvanan a Dewletê ya li Trablûsê de, wê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê bihata dayîn lê belê ev daxuyanî hat betalkirin.
Li ser navê hikûmeta Trablûsê, bêyî wergirtina pirsên rojnamevanan Serokê Duyemîn ê Kongreya Giştî ya Millî Salih Mahzûm daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku hevdîtinên diyaloga neteweyî ya di navbera aliyên li Lîbyayê de, wê di hefteya pêş roja Pêncşemê de li Fasê pêk werin.
GENERAL HAFTER SERKÊŞIYA ARTÊŞÊ DIKE
Li aliyê din Meclîsa Nûneran a navenda wê li Tobrûkê ye, Tumgeneralê teqawît Halîfe Hafter bi navê 'serfermandar' derxist payeya orgeneral û li meqama fermandariya giştî wezîfedar kir. Tê payîn ku Hafter di nava du rojan de sondê bixwe û dest bi wezîfeya xwe bike.
Li dû şoreşa di sala 2011'an de pêk hat, li Lîbyaya ku aram nebû, hewldana darbeyê ya generalê teqawî Hafter a bi komên milîs ên ji navenda Zîntanê, ji aliyê rêveberiya navendî ya li Trablûsê ve, ku komên şoreşger ên li Trablûs û Mîsrata bi hev re tevgeriya, hatibû astengkirin.
Li dû bûyeran yek jê li Tobrûkê (Meclîsa Nûneran) ya din jî li Trablûsê (Kongreya Giştî ya Millî) du meclîs li welêt derketibûn holê.
Ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li welêt bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî di navbera aliyên Lîbyayî de hevdîtinên diyalogê hatibûn destpêkirin û tûrên destpêkê û duyemîn ên muzakereyê, ku endamên Kongreya Giştî ya Millî tevlî nebûn, li Cenevreyê pêk hatibûn.