CÎHAN
Li Venezûelayê 2 erdhejên bi 7,2 û 7,5 pileyî bûn sedema hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên fermî herî kêm 164 kes mirin. Lê tê gotin, dibe ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da bin.
Piştî ku hevdîtinên aştiyê bê encam man, rêveberiya Washingtonê operasyonên leşkerî yên bi sînor ên li dijî Îranê ji nû ve xist rojeva xwe. Plana dorpêçkirina Tengava Hurmuzê jî li Ewropayê bû sedema nerazîbûneke cidî.
Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Jinan di refên pêş ên meşan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û wiha gotin, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan ji kolanan neterikînin.”
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê, diyar kir ku ew amade ne li gel rayedarên Efganîstanê diyalogê bidomînin û got ku lê divê ‘pirsgirêkên ewlehiyê yên esasî’ yên têkildarê ewlehiya sînor û fealiyeta komên çekdar bên çareserkirin.
Qirkirina ku DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê dijî gelê Êzidî pêk anîbû, li bajarê Borlänge yê Swêdê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Hemû Nûçe
-
-
RCS ên navneteweyî li hemberî NSA doz vekirin
Şopandina bê sînor a têkiliyên bi rêya telefon û înternetê ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA), saziyên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên Navneteweyî xist nava tevgerê.
-
-
Rûsya ji peymana çekan a konvansiyonel vedikêşe
Ji Rûsya ya ku ji ber krîza Ukraynayê têkiliya wan ya bi Yekîtiya Ewropa û DYA’yê re her diçe aloz dibe, pêngavek nû. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku der barê sînorkirina çekên konvansiyonel ji peymanê şûnde gav avêtine.
-
-
-
-
-
-
-
-
Rapora Fîlîstînê wê dereng bikeve
Komîsyona lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên li Gazzeyê, ku di bin sîwana NY de ava bû, ji bo rapora xwe aşkera bike 3 mehên din dem xwest.
-
-
Operasyona li dijî Boko Haram dewam dike
Li Nîjeryayê, di encama operasyona hevpar a artêşên Çad, Nîjer û Nîjerya ya li hemberî Boko Haram de, bajarê Damasak ê li bakur rojhilatê welêt hat rizgarkirin.
-
-
YE dixwaze artêşa xwe ava bike
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker, bal kişand ser têkiliyên bi aloz ên ji ber Ukraynayê bi Rûsyayê re û bang kir ku artêşeke Ewropayê bê avakirin.
-
-
Pûtîn: Şert û mercan îlhaqkirina Kirimê ferz kirin
Pûtîn diyar kir ku Serokomarê berê yê Ukraynayê bi hewldana wî ji welatî wî hatiye rizgarkirin. Pûtîn got ku bûyerên sala buhrî di meha Sibatê de li Ukraynayê hatine jiyîn, li Rûsyayê ferz kiriye ku Kirimê îlhaq bike.
-
Balafira bi enerjiya Rojê difire bi hewa dikeve
Versiyona duyemîn a balafira destpêkê ya bi enerjiya rojê dixebite Solar Impulse, îro dest bi rêwîtiyê dike. Armanca Solar Impulse 2, ku dirêjahiya baskê wê 72 metre ye, 120 saetan bê navber bigere û okyanûsan derbas bike.
-
Alîgirên tîma Livorno pankarta Kobanê vekirin
Ji tîmên navdar ê lîga futbolê ya Îtalyayê A.S. Livorno pêr derket pêşberî tîma Terna. Di vê maşê de alîgirên tîma A.S. Livorno pankarta bi nivîsa Kobanê Resiste (Kobanê li ber xwe bide) vekirin.
-
Leşkerên Nîjer û Çadê li dijî Boko Haram li Nîjeryayê ne
Li hemberî rêxistina terorê Boko Haram a çend roj berê diyar kir ku bi çeteyên DAIŞ'ê ve girêdayî ne, operasyoneke mezin destpê kir. Leşkerên ji artêşên Nîjer û Çadê, ji bo destekê bidin Nîjerya ya li hemberî rêxistinê şer dike bi pêş ve diçin.
-
-
-
-