Li Afganîstanê hêzên hikûmetê û Talîban pev çûn

Li rojavayê Afganîstanê, di pevçûna navbera yekîneyên artêşê û Talîbanê de 20 endamên Talîban û 5 leşker mirin.

Li rojavayê Afganîstanê, di pevçûna navbera yekîneyên artêşê û Talîbanê de 20 endamên Talîban û 5 leşker mirin.

Wezareta Parastinê ya Afganîstanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku roja Duşemê Talîbanê li herêma Bala Bûlûk a eyaleta Farahê êrîşî gelek qereqolên leşkerî kiriye.

Hat ragihandin ku di pevçûnên li vê herêmê de 20 endamên Talîbanê mirin e û sê ji van payebilindên leşkerî yên Talîban in.

DYA û hevalbendên wê di sala 2001'ê de di çarçoveya 'têkoşîna li dijî terorê' de Afganîstan dagir kir û rejîma Talîban a wê demê li ser desthilatdariyê bû, hilweşand.

Lê belê tevî ku di ser dagirkeriyê re 13 sal derbas bûne jî li vî welatî aramî pêk nehatiye.

Tevî ku dema wezîfeyê ya DYA û hêzên koalîsyonê ya li Afganîstanê di 31'ê Kanûna 2014'an de bi dawî bûye jî, piraniya wan leşkerên DYA'yî hêzeke ji 13.500 leşkerên biyanî li vî welatî heye.