Ji bo pîsikan muzîka îdeal hat dîtin

Lêkolînerên di bin banê Zanîngeha Wisconsin û Maryland de dixebitin dest bi projeyek balkêş a ‘ji bo pîsikan besteyan çêdikin’ kirin.

Lêkolînerên di bin banê Zanîngeha Wisconsin û Maryland de dixebitin dest bi projeyekek balkêş a 'ji bo pîsikan besteyan çêdikin’ kirin.

Serokê ekîba lêkolînê Caharles Snowden ku li lêkolîn di rojnameya  Applied Animal Behaviour Science de hat weşandin de, diyar kir ku ew ji encamê gelek kêfxweşin.

Swonden ji rojnameya Discovery News re axivî û diyar kir ku bi guhdarkirina muzîkê re pîsikan zikên xwe mizdane.

Zanistan ji bo encameke wisa bigirin bi bestevan Davît Teîe re hevkarî kirin û dengên ku bandorê li pîsikan dikin hilbijartin.

Snowden got ku di muzîka pisîkan de ji muzîka mirovan wêdetir, notayên şemitînê yên ku wek glîsando tê îfadekirin hene.

Ji bo gelek kesan ev muzîk wek henek bê dîtin jî, lêkolîner diyar dikin ku muzîka bi vî pisîkên di bin streseke zêde de rehet dike.