"Nîjadperest qezenç bikin ez ê pasaporta Fransayê teslîm bikim"
Li hemberî pêşveçûna partiya nîjadperest a li Fransayê, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê Jean-Marie Le Clezio nerazîbûn nîşan da û got, "Ez ê pasaporta xwe teslîm bikim."
Li hemberî pêşveçûna partiya nîjadperest a li Fransayê, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê Jean-Marie Le Clezio nerazîbûn nîşan da û got, "Ez ê pasaporta xwe teslîm bikim."
Li Fransayê, partiya nîjadperest Eniya Neteweyî (FN) ku di salên dawî de xurt bû, tê payîn ku di hilbijartinên departman ên 22'ê Adarê de bibe yekemîn. Li hemberî vê pêşveçûna partiya nîjadperest nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê Jean-Marie Le Clezio nerazîbûn nîşan da û got, "Ez ê pasaporta xwe teslîm bikim."
Nivîskar Jean-Marie Le Clezio ku di sala 2008'an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê bi dest xist, bal kişand ser hilbijartinên departman ên 22'ê Adarê û ji ber gengaziya serketina partiya rastgirt a tund, hişyarî da. Le Clezio ku welatiyê Komara Maûrîtîûs e got, "Eger Le Pen (lîdera nîjadperest) di hilbijartinan de bi ser bikeve, ez ê pasaporta xwe ya Fransayê teslîm bikim."
Nivîskarê Nobelî bal kişand ser zêdebûna dengê partiya Eniya Neteweyî (FN) û di hevpeyvîneke xwe ya li komara Revista N a Arjantînê de got, "Piştî ku min dît li Fransayê FN bi pêş ve diçe, ez xwe hîn bêhtir Maûrîtîûsî hîs dikim. Ez Fransiyan fêm nakim. Eger Marine Le Pen qezenç bike, ez ê pasaporta xwe ya Fransayê teslîm bikim û wê bi tenê nasnameya min a Komara Maûrîtîûs hebe."